Li taxa huzurevleriya navçeya Peyasa Amedê du kes hatin înfazkirin. Şahidê bûyer dema înfazkirina 2 kesan ku bi çavê xwe dîtine vegotin. Agahiyên der heqê înfaza 2 kesan de jî bi gotinên şahidan zelaltir bûn. Li gorî agahiyên şahidê bûyerê polîsan şeveqê li dora saet di 05:30’an de tevî tîmên tevgera taybet bi ser malekê de girtin û 2 welatî înfaz kirin.
Şahidê bûyerê C.O diyar kir ku ew saet di 5:30’an de bi dengê bombeyê hişyar bûne û got; “Teqez pevçûn tune ye. Her du kes hatin înfazkirin. Me bi çavên xwe dîtin. Piştî dengê bombeyê ez ji nav cihên xwe rebûm û min ji pencerê derve nêrî. Polîsan destpêkê bombe avêtin şaneşîna wan. Her du kes derketin ser şaneşînê. Dema ku wan fêm kir yên derve dixwazin wan bikujin, xwe ji şaneşînê avêtin xwarê. Demekê li erdê man piştre jî xwestin rabin ser piyan lê dîsa ketin xwarê. Piştre dîsa xwestin serê xwe rakin. Di wê kêlîkê de polîs hatin ser serê wan rawestiyan û henekê xwe bi wan dikirin. Bi çekên xwe li wan dixistin. Ji derveyî eşofmanên ser wan tişteke din li gel wan nebû. Piştre polîsê ku nêzî wan bû got; ‘di destê wan de bombe heye gulle li wan reşînin.’ li ser vê yekê polîsan gulle li serê wan reşandin û ew înfaz kirin. Ji destpêka bûyerê ta dawiyê min bûyer bi çavên xwe dît.”
C.O anî ziman ku piştî gulle li her du kesan reşandin nêzî saet û nîvekê li erdê rawestandin û avahî dorpêç kirin. C.O. got; “Piştî ku her du kes kuştin polîsan avahî bi çekên lûledirêj reşandin. Wekî ku pevçûn derketiye nîşan didan. Deriyê hin malan şkênandin û xwestin bikevin hin malan. Piştî saet û nîveke din cenaze ji erdê rakirin. Polîsan piştre cihê bûyerê bi panzeran şuştin û cihê gulleyan guhderin. Min bi çavên xwe dîtin ku polîsan delîl ji holê rakirin.” Her çiqas hat gotin ku cenazeyan birine Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jî hat hînbûn ku cenaze li holê tune ne û nehat zanîn ku cenazeyan birine ku derê.
C.O. destnîşan kir ku teqez her du kes di encama pevçûnê de nehatine kuştin, hatine înfazkirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Navberekê polîsan berê çeka bi lazer zivirand ser min. Li min gefa ez ê te bikujim xwar. Tiştên ku îro li taxê hat jiyîn wehşet bû, îşkence bû.”
Hat şermezar kirin
Bi hezaran Amediyên ku piştî agahiya 2 kes hatine înfazkirin girtin, ber bi cihê bûyerê ve dest bi meşê kirin. Hevseroka BDP'a bajêr Zubeyde Zumrut û rêvebirên BDP'ê jî di nav de bi hezaran kesên meşiyan li hemberî înfaza 2 kesan nerazîbûn nîşan dan. Di çalakiya ku rêxistinên saziyên sivîl jî tevli bûn de li ber navenda kar a Nînovayê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan êrişê girseyê kir.
Kesên hatine înfazkirin gerîla ne
Di serdegirtina îro ya li taxa Hûzûrevleriyê ya Peyasa Amedê polês û tîmên taybet ên dewleta Tirk a bi ser malekê de girt de, hat zanîn ku her du kesên hatin înfazkirin gerîlayên HPG’ê ne. Li gor agahiyên gihiştine ber dest gerîlayên jiyana xwe ji dest dane navên wan Mekîn Kar ê bi nasnav Xebat Rodî û Agît Altan yê bi nasnav Navdar e.
Hat ragihandin ku gerîla Navdar nifûsa wî li ser Sêrtê ye. Ji wêneyên ku Xebat Rodî bi gerîlayê HPG’ê Mazlûm Erencî re kişandî derket ku gerîla Rodî jî mexdûrê ‘Zagona li Dijî Terorê’ (TMK) ye. Hat zanîn ku nifûsa gerîla Xebat Rodî li ser navçeya Sûrê ya Amedê ye û piştî ku di sala 2009’an de ji girtîgehê derketiye, tevlî refên gerîlayên HPG’ê bûye.
Malbatan: Polîsan Altan û Kar bi saxî înfaz kirin
Malbata Endamê HPG'ê Mekîn Kar a ji Amedê û malbata Agît Altan a ji Êlihê di bin çavdêriya polîsên TEM'ê de çûn Morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Meletiyê û cenaze nas kirin. Malbatan piştî cenaze naskirin li dervê nexweşxaneyê daxuyanî dan. Birayê Mekin Kar Nesip Kar, anî ziman ku birayê wî hatiye înfazkirin. Kar da zanîn ku tenê şopa guleyekê li serê birayê wî hebû û bi saxî hatiye înfazkirin. Kar, anî ziman ku daxuyaniya Walitîyê ya pevçûn derket û dema xwe ji balkonê avêtin hatin kuştin ne rast e û wiha got: "Hefteyek berê ez hatin binçavkirin. Polîsan got 'Em birayê te li ku bibînin em dê wî bikujin. Herî dawî jî înfaz kirin. Ev hovîtî ye."
Birayê Agît Altan ê ji Êlihê hat Şakîr Altan jî anî ziman ku tenê serê birayê wî nîşanî wan dan û çavê wan hatibûn derxisitn. Altan wiha axivî: "Çavê wan derxistibûn. Çavê wan tune bûn. Her yek bi guleyekê hatibû kuştin. Daxuyaniya Walîtiyê ji kok ve derew e."
Malbatan piştî cenaze nas kirin li bendê ye ku cenazeyên xwe wergirin û ber bi Amed û Êlihê bi rêbikevin. Rawestîna endam û rêveberên MEYA-DER'ê, BDP'ê û malbatên Kar û Altan a li ber Nexweşxaneya Meletiyê didome.
AMED/MELETÎ