Li ser navê komê Nûnerê PYD'ê yê Belçîkayê Koçer Hesekê da xuyakirin ku azadiya Ocalan ji bo wan wezîfeyeke girîng e. Nûnerê PYD'ê der barê sedema tevlîbûna xwe li çalakiyê got, " Li hemberî nêrînên Ocalan ên ji bo gelan destnîşan kiriye, li Rojhilata Navîn êrîşeke cidî heye û hewl tê dayîn ku pêşî li belavbûna van nêrînên Ocalan li nava gelan were girtin. DIvê gelê me xwedî li xweseriya demokratîk derkeve. Me ev yek kirine armanca xwe, mîna hemû gelan ji bo jiyaneke azad em ê hewldanên xwe dewam bikin."


'Bi saya Serok Apo yekîtî çêbû'

Hesen Efrîn ê ji Strasboûrgê beşdarî çalakiyê bûye destnîşan kir ku bi saya têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Ocalan re, Kurd îro li nava gelên cîhanê gihîştiye asteke girîng.

Efrîn anî ziman ku tevahiya gelê Kurdistanê li berxwedanên li çar parçeyên Kurdistanê xwedî derdikeve û bibîr xist ku berxwedanên ji Mahabadê heta Şengalê, ji Bakurê Kurdistanê heta Kobanê ji xwedîderketineke hevpar re şahidî kirine. Efrîn di vê xwedîderketinê de bal kişand ser rola Ocalan û got, "Di van hemûyan de rola Serok Apo gelekî mezin e. Bi nêrîn û felsefeya wî re yekîtî di nava Kurdan de pêk hat. Em ê xwedî li nêrînên wî û hemû şehîdên xwe derkevin."

Çalakiya Nobeda ji Ocalan re Azadî, bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bê navber dewam dike. 


 ANF/STRASBOÛRG