Endametiya rêxistinê xistin stûyê Kurdî
Hunermend Kadîr Çat ji bo îfadeyê bide çû Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê. Eskerên dewleta Tirk li wir ew xist nezaretê. Eskeran piştre Kadir Çat bir Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê. Çat, bi hinceta ku di navbera salên 2013 û 2016'an de bi xebatên xwe sûc kiriye, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" kete ber lêpirsînê. Piştî Çat li Fermandariyê îfade da, eskeran ew sewqî Edliyeya Mêrsînê kir û li Edliyeya Mêrsînê bi şertê kontrola edlî ew berda. Lê hunermendiya Kadir Çat û zimanê wî niha ketine ber lêpirsînê. MA/MERSÎN