Di merasîmê de li gel malbata Sîncer, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Kemal Bulbul, malbata Fîdan Dogan, ji bajarên Mereş, Semsûr, Meletî, Dîlok, Edene, Mêrsîn û gelek bajarên din gelek kes amade bûn.
Balkêş bû ku ji danê sibê ve li ketin û derketina navçeya Bazarcixê hejmareke zêde polîs û cerdevan hatibûn bicihkirin. Bi sedan wesaîtên li Bazarcixê li hev kom bû, ji vê derê bi awayekî konvoyî ketin ser rêya gundê Topalanê. Girseya gel li ber Mala Cem a gund li hev kom bû û bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Hevalê Erdal namire", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Rojava" ber bi goristana gund a gora Sîncer lê ye, meşiya.
Goristan û kolanên gund bi alên PKK, KCK û tevî Sîncer wêneyên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan, hatin xemilandin. Girseya gel li goristanê deqeyekê rêz girt. Piştî dûa û merasîma li vir girseya gel çû mala cemê.
Engîn Sîncer hate bîranîn