“KNK sala 2019´ê dibe bîst salî. KNK bi dîtina hemû endamên xwe ve di wê bawerîyê de ye ku divê di bîst salîya xwe de, pengaveke berfireh ya reorganîzasyonê û reformeke pirralî bide destpêkirin.”
Konseya Rêveber a KNK’ê encamnameya 18’emîn Civata Giştî bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. KNK got wekî sazî divê KNK di bîst saliya xwe de, pengavekê berfireh ya reorganîzasyonê û reformeke pirralî bide destpêkirin.
18. Civata Giştî ya KNK’ê di navbera 26-28’ê Cotmehê de bi şîara “Bi armanca geşkirina diyalog û aştiya navxweyî” li bajarê Baarlo yê Hollandayê pêk hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, Lubnan û gelek welatên Ewrûpayê, nûnerên KNK, YNK, Tevgera Goran, Tevgerên Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Suryanî, rêxistinên jinan, Elewî, Êzîdî, Zerdeştî, Yarsanî, Hewreman û Feyîlî beşdarî civata giştî bûn.
KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand divêtiya eniya navxweyî xurt û saxlem a Kurdan û got:”Di roja îro de Kurd, pewîst e peşketin û paşketinên siyaseta neteweyî, herêmî û global ji hev cuda dest negirin. Hemû bi hev re giredayî ne. Parçe parçe temaşekirin ne tenê rê li xitimandina siyaseta neteweyî vedike, her wiha sînordarmayîna parçeyekî jî, zerarê dide tevahiya Kurdistanê.
Êdî li Kurdistanê siyaset bi aqilê takekesî, hîzbayetî, olperestî, eşîretî, parçebûnî, heremtî, mezhebgirî û baviksalarî nameşe. Ji bo sûdwergirtina ji krîza Rojhilata Navîn, pêwîstî bi guhertina wan ferasatan heye. Êdî siyaseta Kurd mecbûr e ku dînamîkên civaka Kurd beşdarî bîryardayînên siyasî bike. Di serî de jin rê li ber beşdariya hemû pekhateyên civake veke. Pêwîst e ku siyaset ji navendîperestiya partî, parçe û şexsiyetan derkeve. Kontrolkirina siyasetê li aliye civak pêwîst e hebe.
KNK´ê di Civata Giştî ya 18. de destnîşankir ku di çareseriya pirsgerêka yekîtiya neteweyî da beşdariya hêza civakî jî xwediyê girîngiyek dîrokiye.”
Pengavekê berfireh ya reorganîzasyonê
Her wiha KNK´ê bi bîr xist ku sala bê KNK´ê dikeve 20 saliya xwe û wiha pê de çû:”KNK li sala 2019´ê dibe bîst salî. KNK bi dîtina hemû endamên xwe ve di wê baweriyê de ye ku divê di bîst saliya xwe da, pengavekê berfireh ya reorganîzasyonê û reformeke pirralî bide destpêkirin. Ji program, format heta struktura xwe guherîn û nûkirineke têr û tijî bike. KNK bi vê bîr û baweriyê, dê ji aliyê rêze prensîbên bingehîn yên doza Kurdistanê ve jî, gavan biavêje. Di vê çarçoveyê da hem dê Belgeya Stratejiya Yêkîtiya Neteweyî nû bike, hem jî di warên dî yên siyasî, ekonomîk, leşkerî û rêxistinî û têkiliyên navxweyî da, dê belgeyên rênîşan amade bike.
Plansaziyên KNK´ê
- Komîsyon û komîteyên KNK´ê, weke hersal, wê li ser kar û xebatên xwe rawestin û wê plansaziya xwe, cihbicih bikin.
- Wê di nava sala pêşiya me de, komîta dîplomasiya hevbeş ya partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, baştir bê aktîfkirin û ji bo hemî Kurdistanê, wê dîplomasiyek xurt bê meşandin. Di vê çerçeveyê de, wê ji hemî parçeyên Kurdistanê heyet – şand bêne vexwendin û li welatên sereke yên cihanê, wê rêzehevdîtin bêne çêkirin.
- KNK´ê ji bo rizgarkirina Efrînê karên xwe xurttir bike. Her wiha di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî KNK´ê hewldanên xwe biheztir bike.
- Ji bo serî de jin û hemû pekhayetên bawerî yên Kurdistan jî KNK´ê karên peşxistina demokrasiyede jî di biyava siyasî û civakî de rol û rekên xwe de çalaktir be.
- Xwedîderketina mafên pekhatên etnîkî yên wek Aşûrî/Sûryanî û Ereban li Kurdistan jî KNK´ê kar û xebat bimeşîne.
- KNK, wê giringiyekî bide rêxistinên navneteweyî, serîde UN, Konseya Ewrûpa, Parlamentoya Ewrûpa û rêxistinên, hevşêwe wê bi awayekî periyodîk bêne şopandin. Wê li ser pirsgrêka kurdî serîde Parlamentoya Ewrûpa, wê li gelek welatan konferansên navneteweyî bêne organîzekîrîn.
- Teybetî wê li ser rojavayê Kurdistanê bê rawestandin û bi plansaziyek dewlemend û berfireh ji bo ku statuya rojava bête naskirin, hevdîtin, semîner û konferans bêne çêkirin.
- KNK, di bîst saliya esareta rêberê bizava KCK´ê birêz Abdullah Ocalan da dê li Sibat û Hezîrana 2019´ê du sempozyuman organîze bike. Ya yekê dê bi amadebûna nûnerên neteweyî û niştîmanî, ya duyê jî bi beşdariya navdarên biyanî dê bêne kirin.
Bi helkefta bîst saliya avabûna KNK´ê jî hem dê civata giştî ya 19. bê kom kirin, hem jî rêze xebatên înformatîv dê bêne kirin.”
BRUKSEL