Çeteyên Firqet El-Hemzat bi hevkariya endamên ENKS’ê li gundê Berbene, Kolya Jorîn û Kolya Jêrîn ên girêdayî herêma Raco ya Efrînê êşkence li gel dikin û kiryarên hovane pêk tînin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, sivîlên gundewarên herêma Racoyê ji aliyê Firqet El-Hemzat ve rastî kiryarên hovane tên. Tê gotin ku çete li gorî raporên sîxûrên xwe yên girêdayî ENKS`ê hindek malbatan dikin hedef.

 

Zilma rojane

Şêniyên gundê Berbene, Kolya Jorîn û Jêrîn ji ber zilma rojane ji aliyê çeteyên El-Hemzat ve li ser wan tên kirin, gelek aciz in. Gundiyan ji aliyê çeteyan ve têne revandin û li beramberî berdana wan pereyan zêde ji wan dixwazin her wiha mal û milkên wan talan dikin.

 

Ji ber zilma wan rehmet kir

Di 18`ê Tebaxê de çeteyên Firqet El-Hemzat êrîşî mala welatiyê Xelîl Henan Daûd kirin û xwestin ku terektora wî bidizin, lê Xelîl ev yek red kir û dest ji terektora xwe berneda ji ber wê ji aliyê çeteyên Firqet El-Hemzat ve hate êşkecekirin û di encama wê de welatî kirîza dil lêxist û jiyana xwe ji dest da.

 

Dîsa nesekinîn

Êşa malbata Dawûd li vê derê nesekenî. Roja Çarşemê 22`ê Tebaxê çeteyan girtin ser mala wî û du kurên wî yên bi navê Izet Xelîl Dawûd û Henan Xelîl Dawûd û apê wan Fayiq Dawûd girtin û 3 terektorên wan dizîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî ku her sê welatî ji aliyê çeteyan ve bi awayekî hovane hatin êşkencekirin û destê yekî ji wan şikandin.

 

Ji bo apê wan  milyonek lîreyên Sûriyê

Çavkaniyan tekez kirin ku çeteyan herdû bira Izet û Henan piştî ku bi awayekî hovane ew êşekence kirin serbest berdan lê apê wan Fayiq li gel xwe hiştin û li beramberî beredana wî milyonek lîreyên Sûriyê xwestin.

Çavkaniyan tekez kirin ku çeteyan telefonên kesên ku revandine ji wan standin, her wiha nahêlin ku gundiyan telofonan bikar bînin.

Çeteyên ENKS`ê  rê nîşanî wan dike

Li gorî agahiyan gundiyan Berbene, Kolya Jorîn û Kolya Jêrîn ji ber kiriyarên çeteyên Firqet El-Hemzat gelek aciz in.

Li gorî çavkaniyan ji Efrînê çeteyên ENKS`ê yên ji gundê Berbene çeteyan dibin ser malên welatiyan.

Her wiha çavkaniyan tekez kirin ku çeteyên ENKS`ê yên ji malbata Mamo, Sibhî Osê û Sebrî Zênel agahiyan derbarî sivîlan ji çeteyên Firqet El-Hemzat re dibêjin û dihêlin ku çete bigrin ser malên sivîlan.

 

EFRÎN

 
 

Ji bo dilê malbatan rehet be

   

Li Serêkanî ya Rojavayê Kurdistanê, Saziya Malbatên Endamên QSD`ê ava bû. Armanca saziyê ew e ku bibe pirek di navbera malbatên şervanan û  QSD`de.

Saziya Malbatên Endamên QSD`ê ku di 6’ê Tebaxê de hat avakirin. Rêveberiya saziyê mal bi mal diçin serdana endamên hêzên girêdayî QSD (YPG/YPJ, Disiplina Leşkerî, Erkê Xweparastinê), li malbatan guhdar dikin.

Endamê Rêveberiya Malbatên Endamên QSD’ê Hecî Seyfedin got ew wek rêveberiya saziyê diçin malbatên endamên xwe, rewşa wan dinerin, eger pêwîstiyek hebe bicih tînin û wiha pêde çû: “Malbat jî ji bo rewşa zarokên xwe serdana me dikin. Dema endamên me cih digûherin, yan jî tevlî şer dibin gelek caran malbat ji rewşa wan bê xeber in. Malbat jî dikarin serdana me bikin ji bo agahiyên zarokên xwe. Yan jî gelek car jî di malbatê de pirsgirêkên endaman çêdibin, em bi malbat û endaman re nîqaş dikin û pirsgirêkên endaman li gel malbatê çareser dikin.”