Endama Kordîneya Giştî ya Kongreya Star Zelal Ciger têkildarî komkujiya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku di encamê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû û bi dehan jî birîndar bûbûn, ji ANHA’yê re axivî.
Zelal Ciger sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û ji birîndaran jî şîfa xêrê xwest û got, ji 16’ê Sibatê û vir ve êrişên komên çete yên Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê ranewestiyane û bermahiyên ENKS’ê ku beşek ji Koalîsyonê yê serekeye ne wekî berpirsyarê komkujiyê bi nav kir.
Bi fermana Tirkiyeyê tevdigerin
Zelal da zanîn ku bermahiyên ENKS’ê yekser bi fermana dewleta Tirk tevdigerin û got, “Bermahiyên ENKS’ê bi kiryarên xwe yên êrişkar di nihêrîna tevahiya gelê Kurd xayîntiya herî mezin dike. ENKS’ê ev 5 sal in bi pîlana PDK’ê û istîxbaratên Tirkiyê tevdigere. Niha jî Koma Kurdên Serbixwe wekî alternatîfa ENKS’ê ava kirine û dixwazin rola wan di derxistina tevliheviya di Sûriyê û Rojava de ji nû ve araste bikin.”
Zelal Ciger, destnîşan kir ku Dewleta Tirk deriyê sînor ê Bab El-Selame yê li Ezazê kiriye rêya sereke ya derbaskirina çek û cebilxaneyan ji çeteyan re û bê dengiya civaka navdewletî jî şermezar kir. Ciger bi bîr xist ku bêdengiya hêzên navdewletî derbarê tevahiya herêmên Rojava de ye û weha peyivî: “Civaka navdewletî di civînên xwe yên sereke de jî bi tu awayî behsa komkujiyên li vir nake.”
Di dawiya axaftina xwe de Zelal Cigir bang li civaka navdewletî kir ku bi cidiyet mijara komkujiya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê lêkolîn bike û di zûtirîn demê de hesab ji kujeran bipirse.
Kongreya Star ji bo Şêxmeqsûd bang kir
Kordînasyona Kongreya Star jî bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li taxa Şêxmeqsûd şermezar kir û ji gelê Kurd xwest li beramberî her cure êrişan, berxwedanê xurt bikin.
Kordînasyona Kongreya Star dibêje, “Komkujiyên ku çeteyên hov li ser gelê sivîl li Şêx Meqsud pêk tînin, bi armanca qirkirina gelê Kurd e, hemû pîvanên exlaq û mirovahiyê binpê kirine. Topbarana hovane li ser taxa Şêx Meqsûd ku di rojiya meha Remezanê pêk hat, bû sedema kuştin û birîndariya bi dehan hemwelatiyên me.”
Di daxuyaniya kordînasyona Kongreya Star de derbarê qetilkirina endama wan Elmaza Seydo Ebdo de weha tê gotin “Endama me Elmaza Seydo Ebdo di têkoşîn û xebata xwe de pirr kedeke mezin daye û dê bîranîna wê ji bo rêya me ya têkoşîna azadiya jinê bibe ronahiyeke mezin. Li jêr meşaleya şehîdên xwe em ê hêzên êrişker li ser axa xwe têk bibin û teqez serkeftinê bikin para gelê xwe.”
ŞERVÎN MUSTEFA- TOLÎN HESEN/ANHA / EFRÎN