Berekat îdiakir ku ew amade ne li gel PYDê yan EGRKê yan jî TEV-DEMê danûstandinê bikin, lê ew îtîrafê bi rêveberiya xweseriyê nakin û danûstandinê di bin vî navî de ligel wan aliyan nakin. Derbarê qanûna seferberiyia netewî ya li kantona Cizîrê hatiye ragihandin jî Berekat ragihand ku ew wek ENKSê tevlî tekoşîna parastinê nabin û vê qanûnê wekî "gefekê ji bo valakirina deverên Kurdî û guhertina demografîk li herêmê” dibînin. Partiyên di nav ENKS´ê de cîh digrin bêyî ku êrişên çeteyên DAIŞ´ê bibînin û bigihîjin hewara gelê xwe bi sedemên ji rêzê erkên xwe pêk naynin û li pêşiya têkoşîna gelê Kurd ya parastina Rojava jî qels û lawaz dikin.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji partiyên nêzî PDK pêk tê, ji destpêka şoreşa Rojava ve li gor polîtîkayên PDK´ê tevdigerin û di şoreşa Rojava de cîh nagrin. Di demên ku rêxistinên wekî El-Nusra, DAIŞ û komên din êrişî Kurdên Rojava dikin de bê helwest li pişt berjewendiyên şexsî û partîtî xwe vedişêrin. Qanûna seferberiya leşkerî ya ku li kantona Cizîrê hatiye ragihandin jî erk û wezîfeya herî rewa ya gel e ku li dijî êrişên çeteyan ax û namûsa xwe biparêzin. Lê belê ev partiyên mijara gotinê ku pişta xwe didin hêzên derve li cem gel di şerê rûmetê de cih nagrin û têkoşîna gel jî qels û lawaz dikin. 

NAVENDA NÛÇEYAN