‘Nakokîyên wan xelas nabin’

Xelef Biro bibîr xist ku nava ENKS’ê de nikarîbûn bigihîjin lihevkirinê û wiha pê de çû: “Partiyên ENKS’ê nekarîbû nûnerên xwe diyar bikin. Tevlî ku 3 partî bê sedem ji nava xwe avêtin jî, lê nakokiyên wan hîn berdewam dikin. ENKS ji 12 partiyan pêk dihat, niha tenê 5 mane, em niha jî dibînin nakokiyên van 5 partiyan di asta herî jor de berdewam in.”


‘Berjewendiyên xwe esas digirin’

Biro, diyar kir ku dê herdem aliyên nerazî hebin, lê ew wan nikarin li ber berxwedana Rojava bisekine û got: ”Wê her dem aliyên nerazî hebin, ev tiştekî normal e. Gelê me hêza xwe ya ji hemû pêkhatiyan ava kiriye û herêmên xwe diparêze. Gelê me êdî li benda van partiyên nakokiyên wan hene nasekine. Ez di wê baweriyê de me ku dê ENKS tenê 3 partî bimîne, wê nakokiyên wan hebin. Partiyên ENKS’ê klasîk in û berjewendiyên teng esas digirin, ji ber vê yekê dê nikaribin bersiva berxwedana tê dayîn bidin.”

Her wiha Biro, anî ziman ku sedema nakokiyên ENKS’ê ew e ku her partiyek xwe wekî partiya herî mezin dibîne û ditirsin têkevin hilbijartina ji ber ku ew jî dizanin tu hêza wan nîne.


‘Divê Lêvegera Siyasî li civînên Moskow ba’

Biro,  bal kişand ser civînên Moskowê ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî tevlî dibe û got: ”Beşdarbûna Moskow gavên girîng avêtin, lê heger beşdarbûn bi navê Lêvegera Siyasî baya dê baştir bûya. Ji ber ku esasê çareserkirina pirsgirêkan hevdîtin in. Partiya me jî piştgiriya hevdîtinan dike, ev 4 salin pirsgirêka gelê Sûriyê her ku dice kûr dibe. Ji ber wê baweriya me bi hevdîtinan heye, lê heger Lêveger di civînan de hebûya wê baştir ba, lê mixabin vê carê jî nakokiyên di navbera ENKS’ê de bû sedem ku Lêveger ne di civînê de be.”


IDRÎS EBDULLAH / BASIL ÇOLÎ/HESEKÊ/ANHA