Piştî ku ENSK´ê bandora xwe di nava civakê de winda kir, xwe avêt bextê rêjîma Baas û destekê jê dixwaze. ENKS’ê û serbazên îstîxbarata rêjîma Sûriyê doh li Qamişloyê civiyan.

Her ku diçe, nakokiyên ENKS’ê zêde dibin. Herî dawî jî Ibrahîm Biro ji Serokatiya ENKS’ê hate dûrxistin û li şûna wî Siûd Mele hat erkdarkirin.

Di civîna navbera ENKS’ê û rêjîmê de Muhsin Tahir, Siûd Mele û Fesla Yûsif ku weke rêveberên ENKS’ê tên destnîşankirin, û çend serbazên îstîxbarata rêjîma Baasê hazir bûn.

Civîn li Çargoşeya Ewlekariyê ya li bajarê Qamişlo ku di destê hêzên rêjîma Baas’ê de ye, pêk hat.

Çavkaniyeke ji nava civîna ENKS’ê jî diyar kir ku ENKS’ê bi rêjîma Baas’ê re li hev kiriye û di bi sîwaneya wê li Çargoşeya Ewlekariyê li pişt Dêra Mar Yaqûb civîna xwe pêk aniye. 


QAMIŞLO