Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, ji bo ku pîşe û hişmendiya çandiniya zanyarî û ekolojîk pêş bixe dest bi xebatan kir. Desteya ku heta niha gelek xebat meşandine, ji bo pêşerojê jî proje amade kirine.

Wezîrê Çandiniyê Eyub Mehemed, derbarê xebatên xwe û projeyên pêşerojê de, ji ANHA’yê re axivî.
Eyub Mehemed destnîşan kir ku Herêma Efrînê qadek 202 hezar hektarî ye, ji vê jî 89 hezar 674 hektar tê çandin û ji vê jî 5 hezar û 087 hektar erdê avî ye, 84 hezar û 587 hektar jî bejayî ye. Mehemet got ku rêjeya baranê di navbera 350 û 450 mîlîmetre ye. Mehemed anî ziman ku welatiyên Herêma Efrînê ji sedî 70 pêdiviyên xwe ji çandiniyê digirin, lê ji ber ku di aliyê plansaziyê de lawazî heye, ev herêm nikare têrî xwe bike û û wiha dom kir: “Projeyên hatine çêkirin jî teng û paşketî ne. Lewre em hewl didin ku çandiniya herêmê pêş bixin û alîkariya coktaran bikin, her wiha pêdiviyên wan peyda bikin.”
Mehemet got ku çandinî tunebe, pîşesazî jî pêş nakeve û dê herêmê têk biçe, lewma armanca desteyê xizmeta cotkaran û çareserkirina ziyanên wan e. Mehemet anî ziman ku ji bo vê yekê jî dest bi avakirina komîteyên wekî “komîteya berhemên sewalan”, “komîteya plankirinê”, “komîteya kar û barên çandiniyê”, “Komîteya parastina ji nexweşiyan”, “Komîteya avê”, “Komîteya maliye”, “komîteya rêveberiya çandiniyê” hatine avakirin. Mehemed diyar kir ku li navçeyan jî beşên girêdayî van komîteyan hatine avakirin.  

Cuhokên avê hatine çêkirin

Mehemed da zanîn ku ji bo avdana erdên çandiniyê, cuhokên avdanê yên bendava Meydankê paqij kirine û jî nûve çêkirine. Eyub Mehemed, destnîşan kir ku yek ji cihên herî zêde ziyan dîtiye navçeya Cindirêsê ye, lewre niha li wir hinek xebatan didin meşandin û got: “Ji bo sererastkirina navenda ceryanê ya ji bo avdanê xebat tê meşandin. Her wiha jeneratorek ku têrî ava hemû navçeyê bike dê bê stendin.”

9 proje hatine pêşkêşkirin

Mehemed, got ku dixwazin di demên pêş de pîşeyên çandiniyê pêş bixin û di vê çarçoveyê de 9 proje pêşkêşî  Meclîsa Rêveberî û Razemeniyê kirine. Mehmed ev proje jî wiha rêz kirin: “Fabrîqeya tirşû, fabrîqeya konserve, fabrîqeya dagirtin û paqijkirina zeytê, zuwakirina fêkiyan, fabrîqeyên çêkirina zeytê, fabrîqeyên bermahiyên (sabun, komir û hwd.) zeytûnan (fabrîqeya Bêrîn), peydakirina tenekeyên zeytê, fabrîqeya pembo, fabrîqeya şekir”  

Wê enstîtu bê vekirin

Mehemed got ku bi heman armancê ji bo ku di dibistanan de mijara çandiniyê jî wekî dersekê bê dayîn bi Wezarate Perwerdeyê re di nava hevkariyê de ne. Her wiha hedef dikin ku Enstituya Çandiniyê vekin. Mehemed bal kişand ku pirsgirêka wan a herî mezin a di vê mijarê de ew e ku ji bo çapkirina pirtûkan çapxane tuneye. Mehemet anî ziman ku ew ê odeya çandiniyê jî vekin.
Eyub Mehemed, da zanîn ku bi buhabûna tiştan û sotemeniyê re, herêmên çandiniyê û hawirdor jî bi rêbazên xelat hatiye bikaranîn, lewma zirar digihîje herêmê. Mehemet got ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û ji bo çandiniyek ekolojîk û parastina hawirdorê jî bi Desteya Ekolojiyê re di nava hevkariyê de ne.

EFRÎN