Serokê Enstîtuya Çandî û Huneriya Ehmedê Xanî ya Ûrmiyeyê, Vecdî Hatemî bal kişand ser hemû aliyên kar û têkoşîna saziyê. Hatemî her wiha der barê rojhilatê Kurdistanê û jiyana siyasî, aborî, civakî û çandî ya Kurdên Rojhilat agahiyên girîng dan.
Ligel ku Enstîtuya Çandî û Huneriya Ehmedê Xanî ya Ûrmiyeyê ev 10 sal in hatiye avakirin, lê gelek Kurd hêj haya wan ji enstîtuyê tune ye. Der varê vê yekê de Serokê Enstîtuê Vecdî Hatemî diyar kir ku wekî saziyek sivîl û çandî, di pratîkê de Enstîtuya Ehmedê Xanî ya Ûrmiyeyê û gelek bajarên Kurdan wekî Mehabad, Sine, Kirmaşan pir bi nav û deng e û wiha axivî: “ Mixabin bi sedema nebûna çapemeniyeke xurt a Kurdên rojhilatê Kurdistanê xebatên me li derveyî Kurdistanê baş nayên dîtin.”
Armanca sereke xebata hevbeş e
Hatemî der heqê armancên sereke yên Enstîtuya Ehmedê Xanî de jî anî ziman ku ew bi xebatên xwe yên pirhêlî ve di warê çand, huner û lêkolînên civakî û siyasî xebatan dikin û dem bi dem jî van xebatên xwe bi gel re parve dikin.
Hatemî bil êv kir ku ew di nav van xebatên ku dikin de zêdetir giraniyê didin xebatên çand û hunerî. Serokê Enstîtuya Ehmedê Xanî Vecdî Hatemî diyar kir ku pêwendiyên wan bi saziyên sivîl ên li rojhilatê Kurdistanê jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Peywendiyên me ligel bajarên din ên Kurdan û saziyên wir ên çandî hene, em beşdarî bernameyên wan dibin û ew jî tevli bernameyên me dibin, alîkariyên me bi hev re hene.” Hatemî destnîşan kir ku ji berk u desthilatdariya Tehranê zext û zoran li wan dike ew ji xêncî ûrmiyeyê derfet nedîtine ku şaxên xwe li bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê vebikin.
Enstîtuya Ehmedê Xanî ya Ûrmiyeyê par hemû saziyên sivîl ên rojhilatê Kurdistanê civandin. Hatemî armanca vê civînê jî wiha anî ziman: “Me xwest ku çeper an jî eniyek ji hemû saziyên Kurdên rojhilat çêbikin; ev helbet karek dijwar û girîng e û bi derbasbûna demê dê çareser bibe û tenê bi xebata me nabe û divê şert û mercên wê jî pêk bên.”
Enstîtu ligel xebatên xwe yên çand û hunerî û lêkolînî her wiha kovarên çand û hunerî jî belav dikir lê belê ji ber zextên rejîma Îranê Kovara Xanî, Kovara Çandê û çend kovarên din ên derdixistin niha nikarin derbixin.
Li enstîtuyê her wiha ji bo perwerdeya Kurdî jî pol hatine vekirin û di van polande kursên ziman bi domdarî berdewam dikin. Hatemî der barê van xebatan de jî ev tişt anîn ziman: “Polên fêrkirina zimanê Kurdî hene û gelê me jî beşdar dibe. Zimanê Kurdî nasnameya me ye û naveroka bingehîn a xebata me ye.”
Rewşa rewşenbîriyê
Rewşa çandî û rewşenbîriya Kurdan li Ûrmiyeyê her çiqas ji ber zext û zora rejîma Ehemedînejad zêde baş nebe jî xebat berdewam dikin. Der barê vê rewşa hanê de jî hatenê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Rewşa çandî mirov nikare bêje baş an xirab e, lê dikarim bêjim hesta neteweyî ber bi çav e. Xwendewarî di nav Kurdên Ûrmiyeyê de gelek pêşketiye û niha belgeyên girîng ên zanistî digirin û asta rewşenbîriyê ber bi başiyê ve diçe.”
ÛRMIYE