Li navçeya Xox a ser bi Xarpêtê bi şideta 6.8 erd hejiya di erdhejê de heta niha tesbît bû ku 38 kes mirine. Dewleta Tirk hem alîkariyê nake û hem jî nahêle alîkarî bigihîje mexdûran. Dewleta Tirk berê jî bi vê siyasetê kiribû ku Kurdistanî koçber bibin.
Rêxistina dewleta Tirk a alîkairya rewşa hewarê, AFAD’ê da zanîn ku hejmara mirovên ji ber erdheja li Xarpêtê mirine, bûye 31. Piştî daxuyaniyê ji bin xirbeyan 7 cenazeyên din hatin derxistin û hejmara miriyan bû 38. Dewleta Tirk û rêxistinên wê tevî şertên dijwar ên zivistanê jî alîkariya mexdûran nakin û bêhtir mexdûr dikin. Bivê nevê tê bîra me, çawa berê jî di erdhejan de alîkariya mexdûran nekiribûn û erdhej ji bo koçberkirina xelkê bikaranînê. Heyeteke HDP’ê jî serdana mexdûrên erdhejê kir û her wiha bi pirsîna li gundan jî agahdariyên berfireh li ser zirara erdhejê kirî berhev kirin. Hejmara mirovên ji ber erdheja li navçeya Xarpêtê Xoxê, bi dijwariya 6.8 pileyî, zêde bû. AFAD’a ser bi dewleta Tirk li ser mijarê daxuyaniyek da û got, heta niha 31 kes ji ber erdhejê li Xarpêt û Meletiyê mirine. Piştî daxuyaniyê doh 7 cenazeyên din ji bin xirbeyan hatin derxistin û hejmara miriyan bû 38. Hate ragihandin ku 45 kes jî ji binê xirbeyan hatine derxistin. Li Xarpêt, Meletî, Mereş, Amed, Riha, Semsûr û Êlihê hazar 607 kes birîndar bûne.
Piştî erdheja mezin wekî din 599 erdhejkên paşik jî çêbûn ku dikin milet nekeve hundirê malên xwe.
Heta niha li gorî agahiyên berdest xisarê bûne, ev in:
- 72 avahî bi temamî hilweşiyan
- Xisareke giran li 514 avahiyan bû
- Di asta kêm û navîn de xisar li 409 avahiyan bû
HDP li deverê bû
Heyeteke HDP’ê jî ku ji parlamenter Ayşe Acar Başaran, Şevîn Coşkûn, Erdal Aydemîr û Alîkarê Hevserokan ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Salîm Kaplan pêk dihat, serdana mexdûrên erdhejê li Xarpêtê kir.
Endamên heyetê serdana Cemxaneyên Yildiz Baglari û Fevzî Çakmak Ehlîbeyt kirin ku şêniyên herêmê piştî rûdane erdhejê li wan deveran kom bûn.
Heyeta HDP’ê di dema serdanê de ji gel re got, 27 şaredariyên wan amade ne piştgiriya wan bikin û ji sibe û pê ve wê ji bo tedarîkkirina pêwîstiyên li bajêr dest bi kar bikin.
Heyet her wiha çû serdana malbatên kesên xizmên wan di erdhejê de mirî, birîndarên li nexweşxaneyan jî. Heyet çû deverên erdhejê lê xanî hilweşandî jî.
Dewlet dixwaze Kurd koçber bibin
Şêniyên Meletiyê jî ji ber xisara rû dayî bi fikar in û nikarin vegerin malên xwe. Yek ji deverên ku erdhejê herî zêde bandor lê kiriye, taxa Gundeger a navçeya Şîro ya ser bi Meletiyê ye. Heta niha ti alîkarî negihîştiye taxê. Li taxê 30 xanî hilweşiyane, mexdûrên erdhejê ev 3 şev in li derve li holikan û di wesayîtan de dimînin. Bi ser halan de serma jî dike ku mirov bên ber qufilînê: di bin sifirê de 5 pile. Li taxa 60 xaneyî ya 10-15 kîlometreyan dûrî Sîvrîceyê, 30 xanî û 10 axur bi giştî 40 avahî hilweşiyan. Yên mayî jî ji ber ku xisar li wan bûye, şênî nikarin bikevin hundir. Keyayê taxê Selahattîn Yildirim got, “Dewletê ji roja erdhejê heta niha alîkarî nedaye me” û anî ziman ku Waliyê Meletiyê, Şaredarê Bajarê Mezin, parlamenterên AKP û MHP’ê yên piştî erdhejê hatin herêmê, soz dan ku wê alîkariya kon û alîkariyan bikin, lê belê heta niha kon jî nedane wan.
Ji berê ve dewlet eynî karî dike
Dewleta Tirk ji berê ve erdhejan ji bo xalîkirina Kurdistanê ji Kurdan bi kar tîne. Di erdheja mezin a Xinûs û Gimgimê ya sala 1946´an de jî dewleta Tirk hem ji mexdûran re alîkarî nekir, hem jî ji bo jinûveavakirinê ti gav neavêt. Gava ku di navbera dewleta Tirk û Elmanyayê de ji bo şandina karkeran peyman hat mohrkirin jî, xelkê van navçeyan hat teşwîqkirin da ku biçin Elmanyayê. Gava ku lêkolînên li ser Dîasporaya Kurd li Elmanyayê hatin kirin, vê rastiyê bi şahidiya gelekan xwe careke din bidana nîşandan.
Alîkariyê didin AKP’yiyan
Heyeta HDP’ê ya ku çû Xarpêtê diyar kir ku desthilatdariyê alîkarî nedaya gelek gundan û di warê dayîna alîkariyê de jî cihêkariyê dike.
Heyeta HDP´ê ya ji parlamenter Ayşe Acar Başaran, Dilşah Canbaz, Şevîn Coşkûn, Erdal Aydemir û Berbirpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî yên HDP’ê Salim Kaplan, li Xarpêtê lêkolîn kirin. Heyetê piştî li Xox, Maden û Gezînê lêkolîn kir, li avahiya HDP’ê ya Xarpêtê daxuyanî da. Salîm Kaplan got, heyeta HDP’ê li Xarpêtê çûye serdana 60 gundan: „Pirsgirêka gel gelekî mezin e. 27 şaredariyên me yên ku heta niha qeyûm tayînî wan nehatiye kirin, ji bo pêdiviyên sereke dest bi xebatan kirin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo alîkarî û piştevaniyê destê xwe dirêjî gelê Xarpêtê bikin.”
Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî got, “Li Xarpêtê carek din hat dîtin ku tu amadekariyên Tirkiye ji bo erdhejan tune ye. Gelek avahiyên di erdhejê de xera bûn, di erdhejên berê de zerar dîtibûn. Lê tedbîr nehatibûn girtin. Mînak avahiya ku li Gezînê hilweşiya di sala 2011’an de zerar dîtibû. Ev zerar hatibû tespîtkirin. Lê ji bo çareseriyê gav nehatibû avêtin. Tê îdîakirin ku ev avahî ji aliyê wekilê AKP’î ve hatiye avakirin. Mixabin di vê avahiyê de heta niha 4 kes mirî ji bin xirbeyan hatinederxistin.
Heta niha rayedarên dewletê neçûne Gundê Çevrimlitaşê. Li vî gundî 3 kes mirine, 2 kes birîndar bûne. Alîkariya ku hatiye kirin, serokên AKP’ê rabûye, hemû li xizmên xwe belav kirine. Daxwaza gel a çadir û zexîreyan heye. Dîsa pêdivî bi sobeyan heye. Bi xwarinê heye.”
Alîkariya HDP’ê nexistin bajêr
Dewleta faşîst a Tirk û saziyên wê alîkariya ku şaredariylên HDP´ê dişînin jî naxin hundirê bajêr. Şaredariya navçeya Amedê Erxeniyê du kamyon alîkariya insanî şandin bajêr, lê walîtiya Elezîzê destûr neda ku ev kamyonên tê de xwarin, şîrê pitikan, cilûberg hebûn, bi refaqeta polîs vegerandine Erxeniyê.