
Li Kantona Efrînê çandinî çavkaniyeke sereke ye û hewaya wê ya baş dihêle berhemên cûr be cûr li wir bêne çandin. Îsal baran xweş bariya û berheman pê hatin avdan. Her wiha Desteya Çandiniyê jî destek da cotkaran û madeya semadê ku berheman diparêze ji wan re peyda kir. ji ber vê îsal wê mûsima şandiniya sebze û fêkiyan pêdiviyên herêmê bi temamî bi cih bîne. Piraniya cureyên sebze û fêkiyan li navçeyên Cindirês, Şêrawa û Raco têne çandin, ji ber ku ev navçe nêzî bendava Meydankê ne, hewaya wê xweş e û ji çandiniyê re pir guncaw e. Li navçeya Mabeta jî, kartol û hin cûreyên fêkiyan têne çandin. Desteya Çandiniyê jî serdana berheman dike û wan ji nexweşiyên wekî kevikê diparêze, her wiha madeya semadê ji cotkaran re peyda dike. Di derbarê vê yekê de, Serokê Desteya Çandiniyê ya Kantonê Eyûb Mihemed anî ziman ku Deste ji cotkaran re dibe alîkar da çandiniya herêmê pêş bikeve û got: ″Desteya Çandiniyê ji bo pêşxistina çandiya herêmê, projeyên pêşerojê danîne pêşiya xwe.″
Mizgîniya cotkaran
Cotkarê bi navê Henan Mihemed ji gundê Merata ya girêdayî bajarê Efrînê ye, got ku barana îsal hişt ku mûsima nû ya berhemên çandiniyê pêdiviyên herêmê bi temamî bi cih bînin û diyar kir ku Desteya Çandiniyê bi cotkaran re bû alîkar, da qalîteya berhem baş bibe.
EFRÎN