Di sala derbasbûyî de pêşwaziyek bê mînak li bajarê Seqizê ji konsera muzîkê ya “Bîjen Kamkar” hat lidarxistin. Vê carê jî Erdeşîr Kamkar ku mamosteyê kemançeyê tevli vê komê bû û dê ev kom li bajarê Seqizê konserekê lidar bixin.
Konsera navborî dê li Salona Ferheng a bajarê Seqizê û bi zimanê farsî û kurdî were pêşkêşkirin.
Tê gotin ku dê Wehîd Tac çend helbestên Mewlana û Hişmet Recebzade jî hinek sitranên kurdî yên folklorî bi zarvayê soranî, lorî û kelhorî pêşkêş bike. Amadekariya stranbêjan û rêxistina wan, ji aliyê Erdeşîr Kamkar ve hatiye kirin.
SEQIZ