Hêjmara miriyan veşartin
Welatiyê bi navê Raîf Akdag, diyar kir ku di sala 2011'an de li Rizeyê zelzele rabû û di zelzeleyê de 10 xanî hilweşiyan. Akdag, da zanîn ku piştî zelzeleyê hikûmetê li wir "Herêma afetê" îlan kir. Akdag, ani ziman ku li Wan û Erdîşê mexdûriyetek sedan caran mezintir pêk hat, lê hikûmetê heman nêzîkatî nîşan neda. Akdag, da zanîn ku di erdhejê de nêzî 3 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan û lê ji bo herêm wekî "Herêma Afetê" neyê ilankirin hêjmara miriyan kêm nîşan dan. Akdag, destnîşan kir ku ji ber nêzikatiya hikûmetê û şaredariyê herî zêde pirsgirêka rê û binesaziyê derdike pêş. Akdag, ani ziman ku dema Serokwezîr Erdogan hat Wan û Erdîşê got "Ger ku li vir herêma Afetê bê îlankirin hûn dê nikaribin heta 5 salan tu tiştî ava bikin û nexwest herêma afetê bê îlankirin. Akdag, da zanîn ku li gel vê yekê 3 sal di ser erdhejê re derbas bûn, lê hêj Serokwezîr bizmarek jî li vir nekutaye.
Bû qada bazirganiyê
Welatiyê bi navê Maşallah Durmaz jî anî ziman ku li gelek welatên cîhanê ji bo welatî mexdûr nebin alîkariyek gelek mezin hat kirin, lê ev alîkarî û piştgiriya ji welatên cîhanê re hat hemû AKP'ê xist nava butçeya xwe. Durmaz, da zanîn ku li vir nêzî 5 hezar Konut hatin avakirin. " Welatiyê bi navê Erkan Demir ji anî ziman ku parlamenterên AKP'ê yên Wanê tenê li meaş û berjewendiyen xwe difikirin û ger li Wanê bifikiriyana dê pirsgirêkên mexdûrên erdhejê çareser bikirana. Demîr, da zanin ku piştî erdhejê aligirên hikûmetê bêtir dewlemend bûn û yên xizan jî bêtir xizan bûn. Demîr, da zanîn ku kesên xizan êdî nakirin kiriya konteyneran û lêçûna TOKİ'yan ên hevpar nikarin bidin û bertekên xwe anîn ziman.
Alîkarî didin çeteyan
Welatiyê bi navê Adem Taş, jî da zanîn ku hikûmeta AKP'ê ji bo mexdûrên erdhejê tiştek nekiriye û bi wasî alîkariyê dide çeteyên sûriyê alîkarî nedaye mexdûrên erdhejê. Welatiyê taxa Kocapınar Bulamaçê Yilmaz Doner, jî da zanîn ku êdî pirsgirêkên binesazî, rê û kanalizasyonan derketiye asta heri mezin û xwest Serokwezîr biçe li nava Erdîşê bigere û bibîne.
DÎHA/WAN