Gava yekem em çûn Amedê û me ji bo alîkariyê xebatêke berfireh meşand.
Piştre em li Wanê bûn; bajarêkî min heta çûyîna vê gavê ditîbû, wisa nasnedikir.
Bajarêkî tijî êş û werane; di nav tirs û bêçaretiyê de.
Serîlêdana me ya yekem li gel navenda krîzê bû.
Em bi xebatkarên şaradariyê û kesayetiyên ku ji di koma krîzê de kar dikirin civiyan.
Agahdariyên nêyînî ji yen noşdar zedetirîn bûn.
Gel dihat û diçû; şoforên kamyonan dixwestin malên ku anîbûn bidin destê kesên berpirsiyar.
Di taxeke Wanê şaradariya Weranşerê mitfaxa seyar amade kirîbû. Di vê derê her roj du caran ji bo 5000 kesan xwarin dihat çekirin.
Em vegeriyan nevenda krîzê û heta 3’yê şevê xebitiyan.
Piştre jî em ji bo saetekê ji bo çavderî û alîkarî çûn taxeke Wanê. Piştî saet 4’an heta seet 7’an me dixwest hinêk bighêjin rehetiyê. Lê roja yekem em bi erdheja bi rêjeya 4,5’an rabûn ser piyan. Piștê vê jî di șevêkî de li Wanê de erdhej di pîleya 4,5 û 5,3’de qewimiya.
Paşê seet 7:30’an de em dîsa li cem nevenda krîzê bûn. Piştî saet 9’an em bi Şaredar Bekir Kaya û endamên BDP yên Parlamanê re me nexweşxane ziyaret kirin. Mê di nexweşxanan de kesên birîndar û neçar ditîn. Dîmenên nexweşxanan naye ji bîrkirin. Kes bêçare lê tijî hêvî bûn. Dema me destê xwe dida kesan û ji bo wan derbasbûyîn dixwest, destê me bernedidan û nedixwestin ku em biçin.
Ez sahneyêkî nikarim ji bîr bikim: Jin û mêrêkî hevdû hembez kirîbûn û nema hevdû berdidan; nedixwestin ku carêkî din bikevin rewşêkî tijî felaket û neçar. Ka mirov digot, heger hev berdin, ji nû ve tiştêkî xirab peyda be.
Ji aliyêkî tirs, ji aliyê din ve êş û şok.
Şok li hercîhê serdest bû û rewş aloztir dikir.
Ji ber ku ji bo starbûnê xanî nîn bûn, herkes li nivîn û konan digeriyan.
Em tax bi tax geriyan û di dawiyê de ji bo serîlêdana kesên ku li wê derê star dibûn, çûn parka stasyonê. Em çûn serlêdana mirovên ku konan de dijiyan. Her cîh tijî jin û zarok bûn.
Alî yê 3 salî bû, bi 12 kesên din di bin konêkî de diyija. Zîlana 1 sali her digiriya. Min 5 fotograf kişandin û Zîlan her car li kamerayê dineriya. Mirov dikarîbû bibîne: Zîlan hîn jî ditirsiya.
Dema ku me li ser daxwazan pirs dikir, bersîv her car eynî bûn: Kon, nivîn, sobe û doktor. Jinên civan dixwestin aliykariya psîkolojîk bigrin.
Digotin: „Em hemû di nav şokê de ne û hewcedariya me ya alikariyê heye”.
Piştre em bi du psîkologan re çûn Ercîşê. Em ketin bajarê, hemû xanî werane bûn. Hemû xaniyan zerar dîtibû. Li ser kolanan behna miriyan dihat. Awazên kesên digiriyan û dinaliyan serdestiya bajarê girtîbûn destê xwe.
Ez bawerim Ercîş divê hemû ji nû ve were avakirinê.
Wek min dît: „Ercîş ji bo mirovan bûbû goristan“.
Min bi çavên xwe 4 xaniyên ku pirhêjmar malbat tê de dijiyan û werane bû dîtin. Xanî wek bînayên ji kartonê daketîbûn. Min ji bo bavêkî serxweşî xwest. Hemû tiştê ku me dît, em jî xistin nav şokê. Bav bi du pêlavên malê yên cûda hat, silav li me kir û li gor ditîna wî ne şaradarî, ne jî saziyên din alikariya wan kiri bû. Digot, bi destên xwe 4 kesên mirî û 7 kesên ku dijiyan ji bin xerabeyan derxistî ye.
Min malêkî werane dît, li gel xaniyê fekî û sevze hebûn. Herkes di ber derd û kûlên xwe di dinyayêkî din de bû û kesî fikir nedikir ku sewze û fekiyan bixwe.
Pirsgirêkêkî mezin jî serma bû.
Ez li Ercîşê resta komek doktorên Elman hatim.
Mirovan digot, roja yekem li Ercîşê nevenda krîzê hebû û piştê 7 seetan Erdoğan hatiye pêşwaziyê û di nevenda krîzê de tu endam nebûne. Saziyên alîkariyê di heremê de hebûn, lê koordinasyon nîn bû. Wek dihat gotin, li Ercîşê alîkarî tenê ketiye destê endamê AKP’yê.
Bi emdamên nevenda krîzê ya Wanê re me 24 seet xebatê alikariyê organîze kir.
AKP’ê li ser pişta kesên qûrban polîtîka meşandî bû. Ez dixazim gotin û helvesta Wezîrê Tirkiyê û hikûmata Tirkiyê yen ku nehiștin alikarî ji derwa were, li vir șermezar dikim.
Ez bawerim: Heger Tirkiyeyê di destpêkê de ji bo alîkariyan rê vekira, îro ji 600’î zedetirîn kesan jiyana xwe wenda nedikir.