Mexdûrên herî mezin jin jî di nav şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê didin. Ji derveyî kar mayîn herî zêde jin mexdûr kirin. Semîha Donmez, Songul Dogan û Rehazar Ozera piştî erdhejên Wanê li kombajara konteyniran a Tuşbayê dijîn gihîştin hev. Her sê jin jî ji aliyê hevserên xwe ve hatine terikandin.

'Heke ez dev jê berdim eşîret dê min bikuje'

Semîha Donmez, di 15 saliya xwe de zewicî û dayîka 4 zarokan e. Hevserê wê ku di encama zewaca eşîrê de zewicîne ji roja destpêkê ta niha li ser wê tundiyê dimeşîne. Donmez piştî 6 mehan êdî ket qomayê. Donmeza ku ev 4 sal in ji hevserê xwe cihê dijî, ji ber zewaca eşîretê kiriye nikare dev jê berde. Donmez got; "Heke ez doza devjêberdanê vekim eşîret dê min bikuje. Heke ez dev jê bernedim jî dê tundiya hevserê min berdewam bike." Donmez niha jî li konteyniran bi zarokên xwe re û bi alîkariya zaxîre ya weqfa alîkariya civakî dide têkoşîna jiyanê dimeşîne. Donme diyar kir ku bi alîkariya cîranên xwe li ser piyan dimîne û wiha axivî: "Ez dixwazim bixebitim. Heke bixebitim dikarim bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî bikim, lê eşîret destûra vê yekê nade. Dilê keça min a 6 salî Esma qul e, lê ji ber tengasiyên aborî nikarim wê tedawî bikim. En ji tenduristiya keça xwe bifikar im."

'Me demên zehmet jiyan'

Donmez anî ziman ku ji ber wê doza nefeqe li hevserê xwe vekiriye rastî gefên wî hatiye û wiha axivî: "Di dema erdhejê de hevserê min qet li min negeriya. Bi tu awayî alîkarî nade me. Min jî bi zarokên xwe re di konteyniran de têkoşîna jiyanê didin." Songul Dogana ku bi Donmezê re heman çarenûsê parve dikin jî 15 sal in zawicandiye û dayîka 3 zarokan e. Dogan diyar kir ku ew ji sala 2006'an heta niha ji hevserê xwe cihê bûye û li kombajara konteyniran bi dayîk û bavê xwe re dijî. Dogan da zanîn ku 2 zarokên wê dixwînin û wiha axivî: "Dema ku ez ji hevserê xwe cihê bûm, ji bo alîkariyê min serî li gelek cihan da. Piştî erdhejê ez di rewşeke zehmet de mam. Min serî li Walîtî û şaredariyê da. Lê ji ber ku sîgortaya hevserê min hebû tu kesî alîkarî neda me. Hefteyên borî ji bo ku ez dev ji hevserê xwe berdim min alîkariya parêzeran xwest. Ez niha bi malbata xwe re dimînim û bêy ku alîkarî bigirim têkoşîna jiyanê didim."

Piştî konteynirê bê stargeh ma
Rehazar Ozer jî 5 sal beriya niha ji hevserê xwe veqetiya. Ozera ku bi 8 zarokên xwe re dijî got; "Kureke min şivaniyê dike, kurê min ê biçûk jî boyaxvaniya pêlavan dike. Ji derveyî vê yekê tu hatina me nîn e. Me di rojên destpêkê yên erdhejê de alîkarî girt. Lê piştre ew alîkarî jî hat birîn. Piştî ku em ji konteyniran derketin stargeha me jî nema."


MUTHA ÇETÎN - DÎHA/WAN