Rojnameya El-Ereb a li Londonê weşanê dike têkildarî hewldanên Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan ê hewl dide komên paramilîter ava bike de bi xwendevanên xwe re parve kirin. 

Hin raporên ji Tirkiyê derdikevin destnîşan dikin ku Serokomar Erdogan li pey hewldanên avakirina artêşeke din ji ciwanên AKP’yî yên ji mizgeftên Tirkiyê hatin komkirin e. Ev ciwan ji aliyê saziyeke ewlekariyê ya taybet ve tên perwerdekirin.

Erdogan hewl dide Tirkiyê heta sala 2029 birêve bibe, li pey avakirina vê artêşê ye, ji bo desthiladariya xwe ji hewldanên derbeyeke din a mîna 15’ê tîrmehê biparêze. Dîsa ji bo Serokomar vê desthiladariyê biparêze ew neçar e guherînên bingehîn di hemû sazî û dezgehên dewletê de pêk bîne. Bi rastî jî piştî derbeya 15’ê tîrmeha 2016’an Erdogan kete nava hewldanên bi vî rengî.

 Mînaka ciwanên Hîtler tê avakirin

Ji dîroka vê derbeyê heta niha kesek li Tirkiyê di nav ewlehiyê de nema ye. Li gorî lêkolînerê Amerîkî pisporê dosyaya Tirkiyê Maikel Roben ‘’Desthiladarî dikare mirov bigihîne dînbûnê, bi taybet di rewşa kirîzê de.’’

Lêkolînerê Tirkî Burak Bkdel jî derbarê vê mijarê de metirsiyên xwe anîn ziman û got: ‘’Şopîner di nav gumanan de ne ku ciwanên Mizgeftan ku niha tên perwerdekirin veguherin komên çete yên Mizgeftan, ji bo Erdogan bixebitin û heman rola ku ciwanên Hîtler li Almaniya dilîstin bilîzin.’’

Li gorî Bkdel, ji bo Erdogan xwe ji hewldanên derbeyê biparêze dikare Tirkiye bixe nav şerekî navxweyî. Bkdel di avakirina van komên Mizgeftan de vê metirsiyê dibîne.

Saziya Sedat ciwananperwerde dike

Beriya vê jî gelek caran di nav raporên çapemeniyê de qala van koman hatiye kirin. Dihat gotin ku ev kom ji aliyê saziya bi navê ″Sadat″ a xizmetên parastinê ve tên perwerdekirin. (Saziya Sadat xwe weke saziyek şêwirmendiyên navnetewî û xizmetên perwerdeya leşkerî di qada parastina navnetewî û ewlehiya Hundirîn de dide nîşandan).

Ev sazî ji aliyê Generalê berê yê artêşa Tirk Adnan Tanrıverdi ku Erdogan di 17’ê tebaxa bûrî de ew weke şêwirmendê serokatiya komarê binav kiribû, tê birêvebirin.

Di vê navberê de  dihat gotin ku ev sazî li pey hemu êrîşên li dijî bajar û herêmên Bakurê Kurdistanê ye. Her wiha çeteyên rêxistina terorîst a DAIŞ′ê perwerde kirine.

Li 45 hezar Mizgeftî komên çete têne perwerdekirin 

Dîsa li gorî plana ku Lêkolîner Bkdel hin aliyên wê eşkere kirin, tê payîn dê destpêkê şaxên van koman li hezar û 500 mizgeftan bên rêxistinkirin. Paşê heta sala 2021′an dê hijmara van mizgeftan rabe 20 hezar û heta dawiya planê jî ew ê hijmara mizgeftên ku hatine rêxistinkirin bibe 45 hezarî. 


 NAVENDA NÛÇEYAN