Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad ji Ajansa Nûçeyan a Belarûsê (ONT) re axivî û got; DAIŞ, El Qaîde û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan xwedî heman ‘doktrîna terorîst’ in.  Esad wiha dewam kir: “DAIŞ, EL Nûsra û Erdogan ê ku girêdayî Biratiya Misilman e, her wiha Siûdî û El Tanî (emîr) ê Qatarê jî pitşgiriyê didin heman doktrînê.” Esad beriya niha jî diyar kiribû, ku Erdogan sempatîzanê Biratiya Misilman e û li Sûriyeyê pêşî li mezinbûna DAIŞ’ê û El Nûsra vekiriye. 


 ŞAM