Dayikên ku hejmara wan gihîşt 11'an, doh endamên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (DIYAR-TUHAD-DER) destek dan wan. Berdevka 'jinên ji bo aştiyê li ber xwe didin' Şehrîzade Anar da xuyakirin ku ew 8 roj in ji bo azadiya girtiyên nexweş, zarokên wan ên li çiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê lidar dixin û got, "Ji bo pêkhatina aştiya civakî em li vir in. Weke jinên li ber şaredariyê rûniştine em ne tenê zarokên xwe, hemû zarokên xwe dixwazin. Ew zarokên xwe ji gel dixwazin, halbûkî sedema ku ev zarok derxist serê çiyê polîtîkayên dewletê ye. Erdogan astengiyê dixe navbera me û malbatan. Eger polîtîkayên qirêj ên dewletê nebûna, wê zarok derneketibûna çiyê. Emê ji bo aştiyê çalakiya xwe ya rûniştinê dewam bikin."
DÎHA/AMED