Her kes kîn, rik, înkar û xezeba dewleta Tirk li beramberî Kurdan dibîne. Çeteyên neinsanî, bê wijdan û bê exlaq ên ji vir û wir kom kirine bera ser serê Kurdan dide û destek dide wan.

YAVUZ ÖZCAN / QAMIŞLO

Berdevkê PYDê Salih Muslim li ser dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wan ên bi armanca qirkirinê bersiv da pirsên me û diyar dike ku dewleta Tirk bi sedema tehlûkeyê dibîne, naxwaze bi yekîneyên xwe yekser bikeve nava şer, li şûna wê bi çeteyên neinsanî, bê wijdan û bê exlaq ên ji vir û wir kom kirine bera ser serê Kurdan dide û destek dide wan. Carna bi tankên xwe dikeve hundir û dîsa vedikişe. Emîrên DAIŞê yên di şerê QSDê de filitîn ji van çeteyên cinawir û hov re kirine fermandar.

Muslim, Erdogan dişibîne Saddam û dibêje, bi temamî heman dîktator e, heman gotinan dibêje, bi heman awayî dinya giş daye hemberî xwe ango xisletên wan ên hevpar gelek in. Bala xwe bidinê, ji bo Kurd nebin xwedî maf dev ji Yekîtiya Ewrûpayê jî berda. Jixwe bi vê helwesta xwe dewam bike wê ji gelek tiştên din jî bibe.

Tenê lihevkirineke eskerî ye

Salih Muslim li ser lihevkirina di navbera Rojava û Rêveberiya Şamê de jî got, “Ya bi Rejîmê re tenê lihevkirineke eskerî ye. Ev jî nîşan dide ku Sûrî dikare pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bike. Bêguman ev gava pêşî ye. Kengî sozên hatine dayîn bi deman bibin, hingê wê deriyê diyalogê jî vekirî bimînin û biaxiftinê gavê ber bi pêş ve bêne avêtin.Muslim bi taybetî destnîşan kir ku di lihevkirinê de soz hatiye dayîn wê Rûsyayê qada hewayî li firînê bigire.

Muslim li ser çeteyên DAIŞê yên ji girtîgehan reviyan jî got, “Li pêş çavên eskerên Emerîkayê girtîgeh û kampa li Eyn Îsayê bombarduman kirin. Baş e, dema dewleta Tirk kamp û girtîgeh bombe kirin çima ew bêdeng man. Çima ji dewleta Tirk re negotin hûn çima wisa dikin.

Ev awayekî sozdanê ye. Ne weke her lihevkirinê ye. Me devkî soz daye hev. Bêguman wê bi vî awayî şerê neqede. Me ev kir, ji bo em gelê xwe û gelên din ên li ser vê cografyayê ji qirkirinê rizgar bikin. Lê jixwe me ji destpêkê ve ev got, werin em pirsgirêkên Sûrî di nava xwe de çareser bikin. Dewleta Tirk jî ji destpêkê ve dixwaze Sûrî parçe bike û bêîstîqrar bike. Erka hukûmeta Sûrî parastina sînoran e. Sînorên Sûrî û serweriya wê hatine binpêkirin. Ji bo vê em ê bi hev re sînoran biparêzin. Ji bo vê jî wê ji Dêrikê heta bi Firatê eskerên Sûrî li ser sînor bi cih bibin. Eskerên Sûrî ne li nava bajaran wê li derve bi cih bibin. Wê xwe têkilî karên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nekin. Meclisên li vir wê karê xwe dewam bikin.

Hevdîtin wê li Şamê dewam bikin û wê çarçoveya hevdîtinan naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di Destûra Bingehîn de naskirina Kurdan û bi Destûrê misogerkirina mafên gelên din ên li herêmê be. Bêguman wê ev qonax bi qonax bimeşin. Hemin guftûgoyê çarçoveya lihevkirinê diyar bikin.

Em dibêjin, werin em bi hev re sînoran biparêzin û ji bo serweriyê tiştekî bikin. Lê ew bibêjin, werin teslîm bibin û em ê paşê her tiştî safî bikin, em ji sedî sed vê qebûl nekin û çi ji destê me bê, em ê bikin. Em gelekî rêxistinkirî ne, û em bi xwe bawer in.”

Hewl dide asê bike

Salih Muslim dibêje, “Dewleta Tirk her deriyê ji bo Kurdan vedibe, hewl dide asê bike. Tevî ku Kurd li Sûrî xwedî mafên bingehîn in, ji bo beşdarî Komîteya Destûrê nebin her tişt kir û dike. Gel hemû sîstemeke demokratîk dixwazin, dewleta Tirk li vê jî nikare xwe ragire. Bala xwe bidinê, pêncî sal in ku dibêje, ez ê beşdarî Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bibim û li ber deriyê wê disekine. Çima nakevê? Ji ber ku YE´yê  demokrasiyê li ser ferz dike. Eger bikevê, di nava demokrasiyê de Kurdê jî bigihîjin mafên xwe û ji bo Kurd negihîjin mafê xwe ti nirx û pîvanên Yekîtiya Ewrûpayê qebûl nake. Eger vê helwesta xwe bidomîne wê ji gelek tiştan bibe. Her tim wê nikaribe bi perên Qeterê debara xwe bikin. Ma wê ev pere wan heta ku bibin.”