
Kovara navdar Newsweek ragihand ku razemeniyên Serokê DYA’yê yê nû Donald Trump ên li Tirkiyeyê dikarin bibin sedema Erdogan vê yekê li dij DYA’yê bikar bîne.
Rojnamevanê navdar Kurt Eichenwald ê ku berya niha jî gelek nûçeyên derbarê serokê nû hilbijartî yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump nivîsî. Niha dibêje, bi Trump Emerîka li siyaseta şatajê ya dewletên din jî vekiriye. Kanala televizyonê MSNBC´yê derbarê hejmara ku doh bi şev wê li Emerîkayê derbiçûya û di dema amadekirina nûçeya me de hîna nehatibû weşandin, bernameyek amade kir.
Ev bername bi gotinên “îddîayên nû hene, welatek gefan li Trump dixwe bi zerarkirina li hevkarên wî yên li vî welatî.” Û paşê jî eşkere dike ku ev welat Tirkiye ye.
Li gorî Newsweekê, serokkomarê dewleta Tirk, Erdogan, roja serketina di hilbijartinên DYE´yê de telefonî Trump kiribû û ew pîroz kiribû. Di vê axaftinê de Trump jî behsa şirketa Dogan kiribû û pesnê zavayê damezrînerê şirketa Aydin Dogan, Mehmet Ali Yalçindag dabû ku yek ji rêveberên şirketê ye. Newsweek bi bîr dixe ku piştî vê telefonê, rayedarên Tirk yekî ji rayedarên pilebilind ê şirketa Dogan, nûnerê wê yê Enqerê Barbaros Muratoglu digirin. Newsweek dibêje, Erdogan îddîa dike ku ev rêveberê şirketê, û herwiha damezrênerê şirketê Aydin Dogan jî elaqedarî hewldanan darbeya eskerî ya 15´ê Tîrmehê ne.
Bi berjewendiyên xwe yên şexsî, Trum DYE´yê dixe tehlûkeyê
Newsweek bi bîr dixe ku Tirkiye ji Emerîkayê dixwaze, weke plankerê darbeyê Fethullah Gulen radestî Tirkiyeyê bike û Emerîka vê yekê niha red dike. Li ser vê jî vê pirsê dike, baş e, heger mirov karibe zerarê bide berjewendiyên şexsî yên madî yên serokê Emerîkayê, gelo hingî ev helwêst diguhere; û teqrîben wiha bersivê dide, “Heger hikûmeta Erdogan bêhtir zextê li şirketê (Dogan) bike ku bi milyonan dolarî didin Trump û zarokên wî, ango ew pereyên ji kompleksa avahiyan a li Stenbolê diherikin wê qut bibin. Maneya vê ew e ku destê Erdogan li hemberî Trump xurt dibe, li hemberî wî Trump ê ku di demeke kurt de wê xwediyê wê hêz û desthilatê be ku Gulen radest (î Tirkiyeyê) bike.”
Newsweek bêyî ku nav bide vê têkiliya di navbera Erdogan û Trump de bi pisporekî malî yê peywendî hikûmeta Tirk, wiha dide rave kirin: “Di destê Erdogan de tiştek heye ku li gorî wî, Trump wê dixwaze û di destê Trump de kesek heye ku Erdogan bi awayekî bêhêvî wî dixwaze.”
NEW YORK