MÛRADA KENDA / ANHA / QAMIŞLO

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, 13‘ê Kanûna 2018‘an li dijî herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef xwarin. Piştî demekê Erdogan gefên xwe dîsa dubarê kirin û got, ew Kurdan hedef nagire.

Têkildarî mijarê serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyê (PDK-S) Dr. Abdulkerîm Siko ji me re got, “Bi êrişkirina hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin di hilbijartinan de bi ser kevin."

Tirkiye dijminatiya gelan dike

Siko di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû desketiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine hedef û wiha axivî: “Ev 7 sal in ku dewleta Tirk a dagirker gefên êrişan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Xwesteka wan a vegerandina dewleta Osmanî ya nû ye. Serketinên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hesabên Tayyîp Erdogan in. Gelê herêmê bi ked û xwînê ev serketin bi dest xistin. Dewleta Tirk ji dîrokê heta niha dijminatiya gelan û bi taybet dijminatiya gelê Kurd dike.”

Siko armanca gefên Erdogan di çarçoveya hilbijartinên cihî yên li Tirkiyeyê yên 31‘ê Adarê de dinirxîne û dibêje, “Bi êrişkirina hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin di hilbijartinan de bi ser kevin. Armanca wan bi ser nakeve. Ji ber ku li Bakur û Rojhiatê Sûriyê projeya neteweya demokratîk roj bi roj bi ser dikeve.”

Yekîtiya Kurdan bersiva herî xurt e

Li gorî Siko, êdî qonaxa çareseriya krîza siyasî ya Sûriyê wê dest pê bike û li dijî vê "Erdogan dixwaze alozî xurttir bibe û temenê DAIŞ‘ê dirêj bike."

Di dawiya axaftina xwe de serokê PDK-S Abdulkerîm Siko diyar kir ku li dijî hemû êrişên heyî yekitiya gelê Kurd bersiveke xurt wê bide dagirkeran: “Pêkhatêyên herêmê jî ti carî destûrê nadin dagirkeran. Vîna gelê herêmê wê siyaseta Tirkiyeyê pûç bike.”