Berpirsê Buroya Têkiliyên Diplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl der barê gefên Erdogan ên li dijî rojhilatê Firatê de axivî.
Aldar Xelîl got, êriş û gefên Erdogan li ser herêmê nasekinin û wiha peyivî: “Erdogan hewl dide projeyên demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Ji ber vê yekê hewl dide bi hemû rê û rêbazan êrişî herêmê bike.”
Aldar Xelîl der barê gefên Erdogan de ku dê di nava du rojan de êrişî rojhilatê Firatê bike jî, got, “Em bi awayekî cidî gefên Erdogan dinirxînin. Îro em van gefan dinirxînin û nîqaş dikin. Dema ku ev gef werin eşkerekirin, helwêstên me û nêrînên me ji raya giştî re wê hebin.”
DAIŞ ji holê radibe Erdogan gefê dixwe
Li ser sedema gefên Erdogan jî Aldar Xelîl wiha axivî: “Di demekê de ku QSD kete bajarokê Hecînê û terorê li erdnîgariya herêmê tine bike, Erdogan dest bi gefan kir. Ew hewl dide rêyekê bibîne û temenê çeteyên DAIŞ`ê dirêj bike. Her kes dizane ku dewleta Tirk piştgiriya terorê dike û bi taybetî çeteyên DAIŞ`ê.”
Aldar Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan Ezaz, Cereblus, Bab û Efrîn dagir kirin. Îro bi rêya gefên xwe hewl dide ewlekariya herêmê têk bibe û jiyana hevbeş û biratiya gelan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, têk bibe. Em vê mijarê di vê demê de nîqaş dikin.”