Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji rastiyê direve. Ditirsê. Ji ber ku dizane, hilbijartin dikare bibê Dadgeha Gel jî,  dikare bibe meşrûiyeta diktatoriya wî jî. Xeyalekî Erdogan heye;  sîstema demokrasiya negatif!.. Ev jî serokatiya diktatoryal e. Ji bo vî jî dike hawar û  dixwaze, hilbijartinan bike meşrûiyeta vî sîstemê. 

Hilbijartin rengekî dadgehkirina gel e û gel bi îradeya xwe hesab dipirse. 

Bêguman, li welatên weke Tirkiyê, hilbijartin gelek caran li derî îradeya gel çêdibin. Di serokkomarî û Desturnameya Kenan Ewren de, îradeya gel nebû; zordestiya faşîzmê hebû. Lê hate dîtin, wek her diktatorî, Kenan Ewren jî bi „dûçariyek rûreşî“ mir û çû. 

Serokkomarê Tirk Erdogan, desturê nade ku zarok “firokeyan bifirînin”. Yanî aştî kuşt. Yanî “maseya aştiyê” quliband. Aliyên hevdîtina li ser masê  berteref kirin. Vêce, di dewsa zarokan de,  ew firokeyên bê mirov û balafirên bi mirov,  di ser “cenahê din” yê maseya çareseriyê re difirîne. 

Her diçe rewşek Hîtlerwarî nîşan dide. Tenê destê xwe ber bi mile xwe hilnade; lê lept û liva wî, gotinên wî, ji yên “dûçe” ne cûdatir in. Li hundir êrîşker e, li derve êrîşker e.

Ev rewş ji zilamtiya dewletê dûr e û despotîzma siyasî ye.  

Mîna generalekî di şer de, ku li hemberî eskeran diaxive; kîn û hêrsa wî dibê kef û di devê wî re difûre. Car caran beşûşiyek erê-na, di tivêla rûdêna wî de, wek maskeyekê peyde dibe û di cih de winda dibe. Her kes dijmin e, her kes dijminê turbanê ye, dijminê Imam Xatîban e, her kes dijminê Kabê ye, dijminê olê ye,  dijminê diyanetê ye, dijminê Qur’anê ye; dijmin û dijmin!... Ev “halet-î ruhiye”  ne ya mirovên normal e. Wek mirovekî serxweşê “bonzai” be,  nê normal e!..

Qur’anê di destê xwe de dihêjîne û hemberên xwe dijminê olê îlan dike. Ev fermana “êrîş bikin”e. Hemberê xwe wek dijminê “kabê” nîşan dide; ev jî fermana “tune bikin”e. Lê heman Qur’an dibêje, “dizî haram e, xesp, rûşwet guneh e, talan suc e, kotqulêrî-musrifî heram e, zext û zor gunehkarî ye.“ Lê “mêjiyê giramafon”  ha ha qîran dide û “paradigma azadiya negative” empoze dike. 

Erdogan bi vî rengî û bikaranîna olê, dixwaze 7’ê Hezîranê bike bazara koletiyê. Çeteyên DAIŞ‘ê, bazara jinên kole afirandine, bi gotina Washington Post, bûne pêzeweng û qewadê sedsalê. Erdogan jî dixwaze, bi sindoqên hilbijartinê gel kole bike û Qesra ku bi peykerên şamanîstan xemilandiye meşrû bike. 

Hilbijartin dem-deman dibine amurê faşîzmê, dem-deman dibine bingeha diktatoriyê. Mînakên li cîhanê pirr in.

Sozên ku Erdogan dide, projeyên ku vedibêje, xeyalên serokatiya diktatoriyê ne. Lewma behsa salên 1925’an û “dewleta pîroz” dike. Di “dewleta pîroz” de gel nine, serokatiya diktatoriyel,  saziyên deregulasyon, medya dupolîst, mekanizmeya aboriya korporatîst  hene. Erdogan teva amade kirine. Tenê maye meşrûkirina gel!..

Helwesta Tayyip Erdogan ne afirandina “imajê” ye. Naaa!.. Erê, îmaj li ser derewan tê avakirin. Lê Erdogan ne ji bo îmajê, ji bo meşrûkirina sîstema “serokatiya diktatoryal” derewan dike.
Ya rastî ne derew in, gotina “heta 1925’an”, sîstema serokatiya “Qesra Yek Destî” ye.  Qesra yek destî “qijleya komkirina hêzên dewletê” teva ye. Di dema Osmaniyan de Bab-Ii Alî, qijleya yek destî bû; Erdogan jî dixwaze, Qesra Spî bike qijleya yek destî.  

Dixwazê vê yekê, bi hilbijartinên 7’ê Hezîranê meşrû bike. Dema Selahaddîn Demîrtaş got “em desturê nadin tu bibe serok” har bû. Tixubê êrîşkeriyê winda kir û teqînên li Edenê û Mersînê kirin pratîkê. 

Erdogan dixwaze, hêzên dewletê teva, di Qesra Spî de hêzên dewletê teva, bi “stratejiya  korporatîst” kom bike. 

Di nava 12 salan de, Erdogan,  her cûra sazî û dezgehên korporatîst, li ser bingeha “rastmaliya kesk”  ava kirin. Tenê maye erêniya gel.  Lewma Serokkomar Tayyip Erdogan, binpêkirina Desturnamê digire ber çavan, skandalên hiquqî, kanunî û îdarî bê perwa imze dike;  bajar bi bajar digere û mitingên hawarê lidardixe. 

Mirovên akl-i selîm, vê rewşa Erdogan bi “nexweşiya şîzofrenîk, bi nexweşiya “ezî”, bi serxweşiya “bonzai” dinirxînin. Xeyalê Erdogan kûr û dûr in. Biqasî vê kûr û dûriyê metirsî ne.

Erdogan, di gera oksîjena sîstema xeyalên xwe de ye. 

Lê gelên li Tirkiyê, wê 7’ê Hezîranê bikin “dadgeha gel”, Erdogan û AKPe ceza bikin.