Bi hezaran welatiyên Lîbyayî li Bînxazî û bajarên dîtir ên Lîbyayê xwepêşandanek girseyî li dijî destwerdana dewleta Tirk a li welatê xwe, li dar xistin. Xwepêşandêran dirûşmên dijberî hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê û pankartên “Erdogan ji Koronavîrusê xeternaktir e”, “Lîbya xwe ji rejîma Tirkiyê re danaxe”, “Na ji girêbesta firotina Lîbyayê ji rejîma Tirkiyê re”, “Lîbya goristana mêhtingerên Tirk û Osmanî ye” û dirûşmên piştevaniya artêşa Lîbyayê berz kirin. Xwepêşandan wek nerazîbûna gel li dijî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û serokê fermandariya giştî ya Tirk Yaşar Guler ji Terablus û Mesratayê re pêk hat. Her wiha jî ev xwepêşandan ji bo bersivdana daxuyaniyên wezîr ên şantajkirinê der barê mayîna Tirkiyê li Lîbyayê de ya domdar jî pêk hat. NAVENDA NÛÇEYAN