Dewleta Tirk li himberî provokasyonên rejîma Beşar Esad bêzar bûye. Hikûmeta AKP’ê qet bawer nedikir, rojek dê were ku rejîma Esad cesaret bike û belafirek Artêşa Tirkiyeyêyê bîne xwar. Ji sala 1998’an û vir re Şamê serê xwe li himberî dewleta Tirk danîbû. Jixwe li gorî Peymana Edenê, Şamê hemû şert û mercên Enqere erê kiribûn û li dijî tekoşîna Kurdan dest bi siyasetek qirêj kiribû. Her ku rejîma Esad cih li Kurdan teng dikir ew ji aliyê Tirkiyeyê ve dihat xelatkirin û têkilî xweştir dibûn. Ev têkilî di dema dawî de weha xweş bûbûn ku „Meclisek Stratejîk“ di navbera her 2 welatan de bête avakirin û welatî dikarîbûn bêyî vîza sînoran derbas bikin.

‘Rojên Xweş’ bi dawî bûn.

Sûriyeyê ya sala 2012 an ne mîna Sûriyeyê sala 1998’an e. Niha rejîma Beşar Esad di şerekî man û nemanê de ye. Aliyekî vî şerî dewleta Tirk û AKP’ê bi rêve dibin. Hemû muxalefeta çekdar ya li dijî rejîma Esad tekoşînê dike li Tirkyeyê ye. Bargehên wê û serkêşiya wê li wir in. Her weha çekên ku ji aliyê Erebîstan a Siûdî û Qeterê tên şandin di Tirkiyeyê re derbas dibin. Ciwanên ereb û misilman yên tên „cîhadê“ bi riya Tirkiyeyê û di bin çavdêriya AKP’ê de derbasî tixûbên Sûriyeyê dibin.
Rejîma Beşar Esad ji hemû hewledanên AKP’ê yên ji bo rûxandina rejîmê û bicihkirina tevgera Birayên Misilman agahdar e. Ji ber vê yekê ew li gorî ‘xêzên sor’ tevdigere. Ji destpêka kirîza li Sûriyeyê biryar hatiye stendin ku eger dewleta Tirk bi şêweyekî eskerî mudaxeleyî axa Sûriyeyê bike, divê bi dijwarî were astengkirin. Jixwe niha çend taborên eskerî yên artêşa Sûriyeyê li heremên sînor bicih bûne û ji bo astengkirina mudaxelyek eskerî ya artêşa Tirk amede ne.
Sûriyeyê 2012’an zêdetir bi Îranê ve girêdayî ye. Di sala 1998 an de serokê berê Hafiz Esad hemû kartên xwe nedixistin destê Îranê, lê niha rewş li gel kurê wî Beşar Esad ne weha ye. Sûriyeyê bûye hema hema beşek ji desthilatdariya Îranê. Jixwe Hizbullaha Libnanê û hêzên Şîi yên Iraqê jî destekê didin rejîma Esad. Ji ber vê yekê Esad dizane ku şerê ku Erebîstan a Siûdî û Qeter û AKP’ê li dijî wî dimeşînin, di heman demê de şerekî suniyan li dijî desilatdariya şîian e. Ew di vî şerî de jî ne tenê ye. Hêzên Şîy yên heremê li gel wî şer dikin.
Dewleta Tirk ya ku hawara xwe bir NATO’ye ji ber hêza Îranê û şîiên heremê nikare bi tena serê xwe mudaxeleyî rewşa Sûriyeyê bike. Ew hesabê Îran û şîyan dike. Her wiha hesabê Rûsyayê jî dike. Jixwe li gorî agahiyan ew rokêtên ku belafira şer ya artêşa Tirkiyeyê anîn xwarê, rokêtên Rûsyayê bûn. Tê gotin ku afserên rûs bi xwe li ser bikaranîna van rokêtan disekinin.
Em ji bîr nekin ku dewleta Tirk ji sedî 80 ji anarjiya xwe ji Îran û Rûsyayê distîne. Eger ew li dijî Şamê têkeve nava liv û tevgerê dê rastî nerazîbûna Moskova û Tehranê were û dibe ku ev anajî bête qut kirin.
Bûyera xistina belafira şer ya Tirkan ji aliyê artêşa Sûriyeyê xirûra AKP’ê û Recep Tayyip Erdogan têk bir. Êdî ew li himberî ereban û muxalefeta Sûriyeyê hetikîn. Nema baweriya kesekî bi wan tê. Erdoganê ku rejîma Esad bi mudaxeleya eskerî tehdîdi dikir û digot, tahmûla Tirkiyeyê li himberî komkujiyên li Hema û Humisê pêk tên nîne, nikare xwe û artêşa xwe biparêze. Ew niha ji bo gelê Sûriyeyê bûye mijara pêkenokan!
Weha xuyaye ku dê AKP’ê yekser li dijî Esad tevgerek eskerî neke. Jixwe NATO jî naxwaze. Esad jî dê prosesa kuştinê berdewam bike. Dibe ku di dawiyê de çareseriyek aşîtyane, mîna ku li Yemenê pêk hat, derkeve holê…