RÊBAZ HESEN / ROJNEWS / KERKÛK

Li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya 13’ê Kanunê ya li dijî wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û li dijî Şengalê parlamenterê YNK’ê Arêz Ebedullah nerazîbpûn nîşan da. Wî bi daxuyaniyeke nivîskî li dijî gefên Erdogan banga şiyarbûnê li Kurdan kir.

Arêz Ebdullah hem ji bo dagirkeriya li dijî Başûr û hem jî ji bo gefxwarinên li Rojava jî ev nirxandin kir: “Gefên Erdogan yên li ser Rojavayê Kurdistanê ji gefên DAIŞ’ê ne kêmtir in.”

Arêz Ebdullah da zanîn ku Erdogan ji bo êrişkariya xwe hincetên bêbingeh derdixe, û wiha pê de çû: “Helwêsta Erdogan û dewleta wî, dijminatiya li Kurdan e. Ji ber wê divê hemû Kurd vê yekê baş bizanin. Ji ber ku heger (Erdogan) li Rojava bi ser keve wê çav berde Başûrê Kurdistanê jî.”

 

SILÊMANÎ