Piştî ku Erdogan li ber Rûsyayê çîz kir, niha jî ji bo ku li ser şerê li dijî Kurdan li hev bikin, zilamê xwe şand paytexta rejîma Baasê Şamê.
Li gorî nûçeya rojnameya El Sefîr a li Lubnanê weşanê dike, Alîkarê Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan pêr çû Şamê û bi rêveberên rejîma Baasê re rûnişt.
Mijara hevdîtinê Rojava bû
Nivîskar Mihemed Belût di nivîsa xwe ya doh ya ji bo rojnameya El-Sefîr de, li ser zimanê hin jêderan da zanîn ku pêr Alîkarê Musteşarê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) çûye Şamê û di navbera wî û rayedarekî Îstîxbarata Sûriyeyê de hevdîtin çêbûye.
Belût destnîşan kir ku mijara hevdîtina wan jî bûyerên dawiyê yên li bakurê Sûriyeyê ango Rojava bû. Ev serdan, piştî daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim a wekî ‘Esed dikare di qonaxa veguhestina desthilatdariyê de weke Serokkomarê Sûriyeyê bimîne. Tirkiye wê di 6 mehên bê de li Sûriye xwedî roleke aktîftir be’ pêk hat.
Her weha derketibû holê ku rayedarên hikûmeta Tirk û rejîma Sûriyeyê de beriya bi çend mehan li Cezayîrê jî li hev rûniştine. Hikûmeta Tirk di dema dawî de, li ser bingeha dijberiya Kurdan hewl dide bi rêveberiya Şamê re li hev bike. Tê gotin, Tirkiye hewl dide di ser Îran û Rûsyayê re bi Şamê re li hev bike.
BEYRÛT