Di şerê qirkirina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de êdî eşkere ye ku dewleta Tirk sîlehên kîmyewî bi kar anîne. The Timesê got, bêhna kîmyewî ji birînan difure.

Birîndar dibêjin, birînên wan piştî bi 6 rojan jî diarin û kerba xwe bi “Xwezî min karîbûya nehişta ku ew heywanên ez şewitandim hîna jî min bişewitînin” didin der.

Rojname dibêje, pisporekî bikaranîna sîlehên kîmyewî lê dikole jî bi şertê ku navê wî neyê nivîsîn, gotiye, delîl hene li ser bikaranîn bombeyên bi fosfora spî.

Rojnameya navdar a Ingilîz The Times doh bi dosyayeke berfireh û li ser malpera xwe jî bi vîdyo-nûçeyekê got, delîlên bikaranîna sîlehên bi fosfora spî bi destê dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Rojnameyê yek ji mexdûrên êrişê yê ku milê wî di jî bi bombeyê jê bû ê bi navê Elî Şêr dipeyivîne. Elî dibêje, “Xwezî li şûna ez sûretekî bigirim, min karîbûya nehişta ku ew heywanên ez şewitandim hîna jî min bişewitînin.” Elî bi vê îşaret bi êş û araha şewatê dike ku piştî êrişê bi 6 rojan jî di bedana wî de dewam dike. Tevî ku milekî wî jêbûye jî, ya ku wî bi rastî diêşîne, şê û araha şewatê ye.

Bêhna kîmyewî jibirînan difûre

Rojname dibêje, rengê şewata li ser bedena Elî ne normal e, bêhna madeyên kîmyewî jê difûre. Elî şervanekî QSD´ê yê 21 salî ye ku li dijî DAIŞ`ê şer dikir.

Di 10`ê Cotmehê de dema Emerîkayê hêzên xwe ji ber biryara serokê xwe Donald Trump ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişand, ew jî kete ber êrişa dagirkeriya dewleta Tirk.

Rojameyê got, di nava roj û şevekê de Elî û hevalên xwe, rastî êrişên çeteyan hatin li Serêkaniyê, artêşa Tirk destek dide van çeteyan.

Di heman demê de êrîşên Tirkiyê ku bûn sedema jêkirina milê Elî û şewata pişt û newqa wî, ku di encama madeyeke nenas de hatine şewitandin û isbatên bikaranîna dewleta Tirk ji madeya fosfor a spî re, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roj bi roj zêde dibe diyar e.

Bi îsbat fosfora spî bi kar aniye

Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku bijîşkê ku Elî û 15 ta 20 kesên din li nexweşxaneya Hesekê derman dikin, gotine, diyar e ku bi madeya fosfora spî hatine şewitandin.

Her wiha bijîşk ji rojnameyê re gotiye, “Şewata ez li vir dibînim, cudatir e ji şewtaên normal.”

Mihemedê 12 salî yê ku êşa bedena xwe hedana wî nedihat jî yek ji wan kesan bû ku bi heman çekên kîmyewî bedena wî şewitîbû. Mihemed niha rakirina nexweşxaneya Hewlêrê ji bo dermankirinê.

Rojname wekî diyar dike ku yek ji pisporên ku lêkolînê dike li ser bikaranîna sîlehên kîmyewî jî jê re gotiye, delîl hene ku îsbat dikin dewleta Tirk bombeyên bi fosfora spî yên qedexekirî bi kar anîne.

 

 LONDON