Şerê cihanê ku sala 1914’an dest pê dike û şaxek jê li ser sînorê Osmanî û Rûsan diqewime û Ereb Şamilov jî di bin bandora vî şerî de serpêhatiyên xwe didomîne. Ereb Şamilov axir tiştekî weke otobiyografiya nivîsiye.

Doh salvegera jidayikbûna yekem romana Kurdî Ereb Şamilov yan jî bi navê wî yê li nav civaka Kurmancan de Erebê Şemo. Ew sala 1987´an li Qersa hingê bajarekî Împeretoriya Rûsî 23´yê Çiriya Pêşîn (Cotmehê) hatibû dinê. Sala 1978’an, 21´ê Gulanê di 81 saliya xwe de jî wefat dike û li Goristana Êrîvanê tê definkirin. Gava behsa Ereb Şamilov bê kirin, bivênevê mirov behsa Şivanê Kurmanca dike ku weke yekemîn romana Kurdî tê qebûlkirin.

Di pirtûka ‘Şivanê Kurmanca’ de serpêhatiyên berê (yên nivîskarî bi xwe), gotinên herêma Serhedê tehmeke cuda didin vegotina di pirtûkê de û ji bibîranînên zozanan heta bi karên rojane, gelek bibîranînên cihêreng di pirtûkê de cihê xwe girtine. Ereb Şamilov (Lîsê di çapa bergkarton de tercîh kiriye jê re bibêje Ereb Şemo, pirraniya weşanxaneyên bi latînî berhemên wî çap kirine jî navê Erebê Şemo bi kar anîn; lê wî di pirtûkên xwe de tercîh kiriye li ser kaxezê bi krîlî Ereb Şamilov binivîse) bi vê berhema xwe bêhtir bê nasîn jî gelek berhemên wî yên din hene ku di nava wan de metnên şanoyê jî hene.

Axir em berê xwe didin Şivanê Kurmanca. Û vê romanê mirov dikare bi çend aliyan binirxîne. Di nirxandina vê romanê de li gorî romanên din wê girîngtir be ku mirov jiyana nivîskarê wê nas bike. Lewma aliyê otobiyografîk ê romanê heye. Ereb Şamilov, sala 1897’an li navçeya Sûsiz a ser bi Qersa hingê bajarekî împeretoriya Rûsî hatiye dinê. Ji êla Hesiniyan e. Ereb Şamilov piştî xwendina xwe ya pêşîn diqedîne sala 1913’yan de dema ku 16 salî bû dest bi paletiyê dike. Ew ji bilî Kurmancî, bi Rûsî, Yewnanî, Tirkî, Ermenîkî jî dizane. Demeke dirêj jî bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komînîst a Ermenistanê. Sala 1937’an ji aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirin û wî dişînin qerexa Okena Cemidî. Ew heta 1956’an li wir dimîne û piştî mirina Stalîn, azad dibe û vedigere Ermenistanê. Dawiya emrê xwe li navenda Yewnan didomîne û sala 1978’an wefat dike.

Pirtûka serdema xwe ye

Ereb Şamilov, bi awirên xwe, zor û zehmetiya jiyana xwe û ya gelê xwe bi awayekî nivîskî nişan daye. Destpekê divê bê gotin ku ev berhem wê serdemê ronî dike. Di nava romanê de xwendevan dibin şahîdqal û cenga wê demê, alozî û berberiyên nav civakê, şerê di navbera çîn û civakê de nîşanî me dide. Şerê cihanê ku sala 1914’an dest pê dike û şaxek jê li ser sînorê Osmanî û Rûsan diqewime, nivîskarê Şivanê Kurmanca me jî di bin bandora vî şerî de serpêhatiyên xwe didomîne.

Ereb Şamilov axir tiştekî weke otobiyografiya nivîsiye. Di romanê de beşeke baş qala kelepor û adetên Kurdewarî dike. Ev beş mirovî daf nav “wê demê” dide. Wek nimûne di çapa Weşanxaneya Lîsê de (R.97-98) qala çand û folklora Kurdan ên li ser pez û adetên din dike;

“Qeydê Kurmanca ew bû wekî em dihatne dolga û wexta serê pêz diketê erdê kurmancekî zadê serê pezê xwe çêdikir. Mirtoxe, kuloç, pez serjê dikirin. Gazî cînara, şivana dikirin nanê serê pêz didan. Malxwe li mala xwe û kulfetên wan dihatin ser mevanara disekinîn lava dikirin wekî mêvan şerm nekin nan bixun. Pêy nan xwarinê raca hilê wan û şivan govend digirtin dilîstin kilam digotin, ji kilama tevî rinttir kilama serê pêzbû. Xorta dor bi dor digot qîza lê vedigerand û dilîstin. Gelek kêf henek laqirdî dikirin heta dibû êvar. Wexta ew kêf henek laqirdî kuta dibun, teva îzna xwe ji malxwe malê kulfetê malê dixwastin diçûn. Hema îzin xwastin jî tiştekî way meşqûlbû, çimkû min hêneîtibû; mîna dîna xwesayê û pak têbîra min. Axê min kulfeta xweva sekinîbûn xelq diçû û wa digotin: -Kevanî belkî destê te ji eyarê rûn qe dernekeve. Belkî yeka we bibe hezarî, belkî hûn silametî derbas kin li zozana, mala we silametî ji zozana dagere bê.”

Zimanê axaftinê

Bi heman rengî di R.109’an de behsa “Beran berdanê” jî tê kirin. Wan tiştan rewş û xemleke xweş daye romanê. Herçî zimanê Ereb Şamilov e jî divê em bibêjin ku ew gotinên dubarekirî pirr bi kar tîne ku vegotina romanê xweş kiriye weke di vê mînakî de (R.71): “Guhên xwe pêl kirin û şeqa şeqa diranîn wî” (R.95) “Hewarî birne mal bû qalme qalma me.”

Diyar e ku Ereb Şamilov ji ferhengeke berfireh a zimanan sûd wergirtiye. Ji ber ku wî li gel Kurdî bi Rûsî, Tirkî û Ernemîkî jî dizanibû di berhema xwe de carinan ji wan zimanan peyv bi kar anîne. Çend pêyvên wek “Dvornîk (Rûsî), Dir û jîn (Rûsî), kamavor (Ermenîkî), kaxtegan (Ermenîkî), Duşirmîş (Azerî), ekîn (Tirkî) bi kar anîne. Li gel vê yekê jî, êdî çi xirab û çi çê, wî nekariye xwe ji qalibê zimanê axaftinê dûr bixe.

Nivîskar wekî din li ser cihokeke tenê nemeşiyaye û zêde xirecira bûyeran xistiye ser hev, vê yekê roman ji qaliba edebî bêhtir aniye ser panoramayeke jiyana xwe. Mirov dikare bibêje, wî tebeqe tebeqe jiyana xwe hûnaye. Xuya ye ku Ereb Şamilov ev berhem ji bo mîsyonekê nivîsandiye.

Miletekî di dergûşê de mayî

Ev mîsyon çi ye? Diyar e, wî xwestiye êş, jan, bindestî, derbidarî, belengazî û perîşaniya miletê Kurd bîne zimên. Xema wî ji berhemeke edebî zêdetir vegotina êşa miletê xwe bûye. Ev jî divê hevoka jêr de diyar dibe û niviskar di pirtûkê de dibêje; “bavekî du kurên wî hebû ne. Yek ji wan piştî ku hatiye dinyayê miletekî di dergûşê de ma, piştre meşiya mezin bû û bû zilam. Lê yê din di dergûşê de ma, tu car jê derneket. Em wekî kurê paşîn in ev çend hezar sal in ku em hatine dinê lê em hîn di dergûşê de ne û em bi jîriya xelkê dijîn.”

Divê derbarê hûnandin û tevna romanê de jî çend gotin bên gotin. Nivîskar bi pirranî tevna xwe li ser du temayan ava dikin. Yan teswîr û şayesandineke têr tesel yan jî li ser bûyerê diçin û xemilandin zêde ne li ser bala wî ye. Wer xûya ye Ereb Şamilov bêhtir xwe daye ser bûyeran. Derdê wî ji çawaniyan bêhtir neqilkirina bûyeran bûye. Yanî roman li ser hîmekî civakî ava bûye. Xasma, xwendevan dixwaze, gava qala gund û war, çiya û baniyan dibe, bikeve nav atmosferê, şekl, reng dirûv û behn û tîhnên wan seh bike. Wekî di (R.96) “Kurmanc nava çiya da nin, li wan çiya heye çêrê rind. Li wan dera diçêrin û kok dibin kerî-sûriyê wan.”.

 

* Ev nivîs bi alîkariya nivîsên arşîvê û nivîsa Koma Xwendine ya Amedê ya di Rojeva Medya de derçûyî hatiye nivîsandin.

Berhemên Ereb Şamilovî

Ereb Şamilov ne tenê ji bo wêjeya Kurdan girîng e. Sala 1936’an nivîsa wî ya bi navê “Pêywendiya Feodalî” derket. Sala 1935’an pirtûka “Şivanê Kurd” tê weşandin. Ev roman hatiye wergerandinî zimanê Rûsî, Tirkî, Ermenî, Fransî, Azerbaycanî, Gurcî, Elmanî û Erebî. Sala 1958’an li Êrîvanê romana xwe ya bi navê ‘Berbang’ diweşîne. Salekê paşê jî pirtûka bi navê ‘Jiyana Bextewar’ diweşîne. Pirtûkana wî ya bi navê ‘Hopo’ jî berdewama pirtûka ‘Jiyana Bextewar’ e. Sala 1965’an pirtûka bi navê ‘Dimdim’ hatiye weşandin. Ji xeynî van pirtûkan ji bo zarokan çîrok jî nivîsîne. Bi senaryoya wî fîlmek bi navê Kurdên Ermenistanê hatiye çêkirin.

Ji bilî van berhemên ku hêjayî behsa wan bê kirin ev in:

* Metna şanoyê “Koçekê Derewîn”, 1930.

* Çîrokên ku bi navên “Hikayetên Gelê Kurd” (1967) û “Kurdêd Elegezê” (1936)

* Jînenîgariya bi navê “Emrê Lenîn” (1930).

 

NAVENDA NÛÇEYAN