Hunermend û stranbêjê Kurd Ergîn Xelîkan (Çetinkaya) ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî, hat girtin.

Polîs duşema bihurê bi ser mala Ergîn Xelîkan a li Emqerê de girt û ew kir binçavan.

Xelîkan ji ber parvekirinên wî yên li ser medya civakî du rojan ket ber lêpirsînê û bi daxwaza girtine doh derket pêşberî dadgeha Tirk. Polîs di dema lêgerîna li nava mala Xelîkan de dest danî ser kompûter, telefona wî ya destan û hin pirtûkên wî.

Ergîn Xelîkan beriya niha jî li Mûş û Îdirê hatibû binçavkirin û bi îdîaya  "propagandaya rêxistinê" kete ber lêpirsînê. Ev dawa dewam dike û bi biryara dozger ew heta dadgehkirin dest pê bike li Girtîgeha Sincanê bê ragirtin.

Birayî Ergîn Xelîkan, Zagros Çetinkaya jî got, Kurdên Naverasta Anatolê ti carî serî li ber zilmê natewînin û wiha dewam kir: "Belkî çiya û deryaya me nebe, lê em gelek in ku bi sedsalan tevî surgûnê jî me ziman û çanda xwe parastiye. Bav û kalên me bi Kurdî lorand, me stranên xwe bi heman zimanê gotin, me xwe çêkir, heyî kir. Ji bilî sazên me tiştekî me yê din nebû." n ENQERE