Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyên Kurd ên ji doza PKK û PAJK’ê ve di girtîgehên Tirk ên li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine destpêkirin, het roja 51’emîn.  Endama Desteya Rêveber a KCK’ê Sulbus Perî bersiv da pirsên  ANF’ê û diyar kir ku grev çalakiya azadiya gelê Kurd e. Perî da zanîn ku ger êrîş li hemberî grevê pêk bê, PKK’ê bi her awayî berxwedana xwe xurt bike.
Perî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her çendî hin lîberal-demokrat polîtîkayên AKP’ê rexne bikin, lê gava mesele dibe pirsgirêka Kurd û daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadiyê, helwesta van rewşenbîrên demokrat û lîberal û polîtîkayên AKP’ê li hev tên. Perî got; “Dibêjin ‘Em humanîstin in. Em rast nabînin ku bi rêya mirina mirovan daxwaza mafan bê kirin...’ Lê ev ên ku bedena xwe danîne holê, ne ku ji mirinê gelek hez dikin, lewma wiha dikin. Ne dijminê xwe ne. Ji bo jiyaneke azadtir, birûmetir vê yekê dikin” û diyar kir ku yên ku dibêjin ew li dijî mirinan in, naxwazin mirin çêbibin, van polîtîkayên şer nabînin.
Endama Desteya Rêveber a KCK’ê Sulbus Perî, bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a bi awayê “Kesek birçî nîn e, her kes xwarinê dixwin, tişta pêwîst dê bê kirin” û got: “Erdogan û AKP’ê gava operasyonên qirkirina siyasî ya li hemberî civaka Kurdên pêş dixist, ne li bendê bû ku dê di girtîgehan de ev mirovên di van operasyonan de hatine giritn li ber xwe bidin. Armanca wî ew e ku bi rêya çapemenî-ragihandinê hemû derfetên xwe seferber bike û rastiyan manuple bike.”

'Berxwedan wê berdewam bike'

Perî destnîşan kir ku dixwazin bi van gotin û manuplasyonan serê gelê Kurd tevlîhev bikin û destnîşan kir ku AKP di zextên li hemberî gelê Kurd de bi ser neketiye û got; “Niha jî ev vîn di zîndanan de li ber xwe dide. Li çiyayan li ber xwe dide. Îmrali pêşengî dike û li ber xwe dide. Civak li ber xwe dide. Tecrîda li ser Rêbertiya me kete roja 464’emîn. Biryara herî mezin ji aliyê Rêbertiyê ve li hemberî polîtîkayên derew û durû hatiye girtin. Berxwedana mirovahiyê li Îmraliyê bi Rêbertiyê dest pê kiriye û piştre berxwedana li Bakûrê Kurdistanê Tirkiyeyê û gerîlayan pêş ketine. Ev berxwedan dê bi berfirehî berdewam bike.”
Sulbus Perî da zanîn ku ji ber ku mafên wan hatine xespkirin bedena xwe danîne holê û wiha got: “Bi hezaran şehadet û seqetî ji ber vê çêbûn. Ev pergal û zihniyet nayê darizandin dibêjin çima ev mirov bedena xwe dibin ber mirinê. Ev gotineke şaş e. Şaşiya rewşenbîran ev e. Ev înkar, tasfiye û faşîzem e. Bi polîtîkayên xwe yên faşîzmê ji bilî xwe kesî nas nakin. Ji ber vê jî mirov xwe didin ber mirinê. Ev maf ji ne bi parsekiyê, bi berxwedanê tê girtin. Tu divê vî mafî bidî, tu neçarî bidî. Ji bilî vê rê tune. Kevneşopiya girtîgehên îro ji 1980’ê tê. Lê şert û mercên îro cuda ne. Lê tu cudahiya zîhnetiya AKP’ê ya ji berê tune. Tevgera azadiya Kurd, berxwedana gele ji ya wê demê zêdetire û dê zêdetir li ber xwe bide jî.

'Çiya, zîndan û bajar bûne yek'

Perî da zanîn ku ev tevger yek beden e û diyar kir ku li çiyayan, zindanan û bajaran yek bede ne. Perî wiha pê de çû: “Kurd di siyaset, dîplomasî, civakê û her qadê de bi qirkirinê re rû bi rû ne. Li dijî vê bê guman dê berxwedaneke hebe. Yên li çiyê li çiyê, yên li girtîgehan li girtîgehê, yên li saziyan li saziyê li ber xwe didin. Ev tevger yek bede ne. Armanca wan siyasî û civakî diyar e. Armanca wan a azadiyê diyar e. Li dijî dîktatoriya AKP’ê dê her tim li ber xwe bide.
Niha cemeata Gulena û AKP’ê di çapemeniyê hin tişt berovajî nîşan da. Gotin ku 300 kesî gotiye çima Ocalan neketiye grevê em dikevin û dest ji grevê berdane. Li ser mirovên ku canê xwe, nasnameya xwe û rûmeta xwe dayne holê mirov wisa dikarin baxivin. Yanî dijminahiya li hemberî Kurdan evqas berfireh e.”

Li her derê berxwedan

Perî destnîşan kir ku polîtîkaya AKP’ê ev e ku siyasetê manîpule bike û wiha dirêjî daxaftina xwe: “Dixwazin polîtîkayên qirkirinê rewa bike. Ligel ku cihên serokatiyê ligel gelê Kurd dizane jî wisa dike. Ev pêvajoya ku em tê de ne pêvajoya ku herî zêde însiyatîf di destê me de ye. Pêvajoya herî bi hêze. Yanî Kurd ne ku ketine zehmetiyê û bedena xwe dane ber mirinê. Li her derê pêvajoyek nû heye. Ji serê meha hezîranê û pêve de li her derê serkeftinên mezin çêbûn. Li Rojavayê Kurdistanê qezenceke mezin çêbû. Li bakûrê Kurdistanê berxwedane zindanan dest pê kir. Ev zarokên Kurd li derve bana dê zêdetir dê li ber xwe bidana. Xistin zindanan lê li wir jî li ber xwe didin.”
Perî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdogan dibêje dixwin û vedixwin. Dibêje hewce be dê mudaxale bê kirin. Ev tişta ku dibêje dişibe operasyonên ‘Vegera Jiyanê.’ Çalakiyên PKK’ê heta niha pêk anîne hemû bi kontrol pêk hatine. Ligel ku hêza me pir zêde bû jî bi kontrol pêk hatiye. Artêşa Tirk li dijî gerîla têk çûye. Ev rastiyek e. Ligel ku artêşa Tirk teknîk û îstîxbarata wê heye jî nekare bike. Îradeya wan şkaye. AKP di warê îtîbara civakî de têk çûye. Di vê wateyê de PKK pir bi hêz e.”
Perî got; “PKK’ê heta roja îro têkoşîneke bi kontrol meşandiye. Lê ger ne çareserî, bi operasyonan êrîşê vîna girtiyên bikin, dê helwesta gelê Kurd û gerîlayan bi temamî biguhere.” 

ANF/BEHDÎNAN