Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê der barê êrîşa hewayî ya di 10’ê cotmehê de ya li ser Xinêre-Xakurkê ku tê de yek jê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, 2 endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê û bi giştî 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyeke nivîskî da.
HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de têkildarê nasnameya gerîlayan agahiyên berfireh da û hişyariyên tund kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 10’ê cotmehê de êrîşek hewayî ya berfireh ji aliyê hêzên dewleta dagirker a TC’yê ve li ser herêmên me Xakurkê û Xinêre yê pêk hatiye. Di vê êrîşa namerdane de hevalên me endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cûdî (Rustem Osman), Endama Konseya Leşkerî ya HPG’ê Çîçek Botan (Guhar Çekirge), Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Elîşêr Koçgirî (Yucel Halîs) Fermandara Yekîneyê Nazlican (Rindaxan Kayra, Eşref Argeş (Omer Çetînkaya), Roj Amara (Rabia Atan) û Dr. Amara Çiya (Gulîstan Çîftçî) şehîd bûne. Divê bê zanîn ku çalakiya ku di 18-20’ê cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê gerîlayên me yên leheng ve bi giyanê tevgera şoreşgertî hat lidarxistin, pêşî ji bo tolhildana hevalên me yên di 10’ê cotmehê de li Xakurkê-Xinêreyê şehîd bûne, hatiye lidarxistin. Divê bê zanîn ku em ê ji niha û pêve li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî, bi awayekî dijwar û berfireh bersivê bidin hemû êrîşên artêşa dagirker a TC (komara tirk) û desthilatiya kesk-faşîst.” Di daxuyaniyê de der barê nasnameyê 7 gerîlayên di 10’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dane ev agahî hatin dayîn:

RUSTEM CÛDÎ

Rustem Osman (Rustem Cudî) di nav dîroka Têkoşîna Azadiyê de cihek wî yê rêzdariyê hebû. Rustem Cûdî, li her qadê ketiye dilê gel û gerîlayan. Bi taybetiyên xwe tu carî cihên wî nayê tijî kirin û ev mîlîtaneke PKK’yî bû û her tim bû mîlîtaneke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

ÇÎÇEK BOTAN
Guhar Çekîrge (Çîçek Botan) di sala 1975’an de li Cizira Şirnexê ji dayîk bû. Di sala 1989’an de tevli refên gerîlayan bû. Wekî mîlîtaneke jin her tim pêşeng bû. Dema qala herêma Botanê tê kirin Çîçek Botan tê fikra gerîlayan. Li Mêrdînê, Zagrosê, Zapê, Garê, Xakurkê, Qendîlê û li gelek herêmên din di nav pratîka gerîlayan de bû. Çîçek Botan endama Meclisa HPG’ê, endama Meclisa YJA STAR’ê û endama Komîteya Navenda PKK’ê de cih girt. Bi sekin û helwesta xwe ya jiyanê û her wiha bi tecrûbeyên xwe yên bi salan bû mînak.

ELÎŞÊR KOÇGIRÎ

Yucel Halîs (Elîşêr Koçgîrî) ji kevneşopiya çapemeniya azad tê û di sala 1988’an de tevli refên PKK’ê dibe. Di nav gelek xebatan de cih digire, xebatên wekî Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Libnanê, xebatên çapemeniya tirk, herêma Dêrsim, Koçgîrî, Zagros, Zap, Gare û Xakurkê cih girt. Têgihiştina Elîşêr a bîrdozî, teorî û tecrûbe di nav rêxistinê de bûbû mînak. Elîşêr endamê Meclisa HPG’ê bû û heya roja şahedetê berpirsyariya xwe anî cih.

NAZLICAN ARAS

Rindaxan Kayra (Nazlican Aras) di sala 1979’an de li Hezoya Êlihê ji dayik bû û di sala 2002’an de tevli Tevgera Azadiyê bû. Nazlican li herêmên wekî Botan, Garê, Heftenîn, Zapê têkoşiyaye û her wiha di nav xebatên Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtanê de cih girt. Ji ber taybetmendiya mîlîtanbûnê bû fermandar. Wekî gerîlayeke azadiyê wezîfeya xwe ya fermandariya yekîneyê kir.

EŞREF ARGEŞ

Omer Çetînkaya (Eşref Argeş) di sala 1994’an de li Amedê ji dayîk bû û di sala 2010’an de tevlî Tevgera Azadiyê bû. Di nav malbeteke welatparêz de mezin bû. Argeş hêj gerîlayeke nû bû tevlî karwanê azadiyê bû.

AMARA ÇIYA
Hevala me Amara Çiya ku navê wê yê rastîn Gulistan Çîftîçî ye, di sala 1985 de li Êlihê ji dayik bûye, di sala 2004 ji Edeneyê tevil bûye. Hevala me Amara li herêmên Xakûrkê, Garê, , Zap, Zagros û Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan maye.

ROJ AMARA

Hevala me Roj Amara, ku navê wê yê rastîn Rabîa Atan e, di sala 1981 de li navçeya Hezo ya Êlihê ji dayîk bûye, di sala 1995’ê de, li Xerzanê tevlî nava refên gerîlayan bûye. Wê wêne û agahiyên berfireh ên têkildarî nasnameya vê hevalê me, di demeke kin de werin belavkirin.”

ANF/BEHDÎNAN




Bi hezaran kesî bibîr anî


Malbata Endamê meclîsa PKK’ê û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cudî li Rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê serdanên sersaxiyê qebûl dike. Endamê meclîsa PKK’ê û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Osman, bi navê kod Rustem Cudî, 10’ê Cotmehê di êrîşa hewayî ya 3 saetan dewam kir de, jiyana xwe ji dest da. Saziya Malbatên Şehidan bi belgeyek fermî şehadeta Rustem Cudî, ji malbata wî re ragihand.

Doh danê sibehî, ji bajarên Qamişlo, Dêrik, Halep û gelek bajar û gundên derdoran bi hezaran kes, ber bi Serêkaniyê ve ketin rê.  Pêr jî nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, Yekitiya Star û Tevgera Ciwanên Rojavayê Kurdisanê çûn Serêkaniyê û çûne Konê Sersaxiyê.  Di nav girseya gel de malbata gerîla Ciwan Keçel bi navê kod Rohat Artêş jî heye.  Rûhat Artêş di çalakiya 18ê Comtehê ya li Çelê de ku ji bo Rûstem Cûdî û hevalên wî wekî çalakiya tolhildanê hatibû lidarxistin de jiyana xwe ji dest dabû. Îro jî li bajarê Kobaniyê ji bo Rûhat Artêş wê serdanên sersaxiyê bê qebûlkirin.

QAMIŞLO