Her wiha 6 welatiyên Kurd li bajaroka Tebqa ya girêdayî bajarê Reqa revandine. Komên çete yên girêdayî DAIŞ‘ê bi hevkariya hin komên çete yên herêmî li herêma Munbicê ya girêdayî Helebê, welatiyan li ser riyan direvînin, mal û alavên welatiyan talan dikin. Çeteyan dukanên Kurdan li ser riya Cizîrê ku rêya navnetewî ye û dinava Minbicê de derbas dibe, bi temamî talan kirin. Her wiha dest danîn ser firneyekê herêmê ku xwediyê wê Kurd de. Çeteyên DAIŞ/Cephet El Nusra bi dehan ji welatiyên Kurd revandin û birin cihekî nediyar. Her wiha çeteyan 6 welatiyên Kurd yên navê wan nayên zanîn ji bajaroka Tebqa ya girêdayî bajarê Reqa revandine. Çavkaniyên herêmê ragîhandin çeteyên DAIŞ pira li ser ava Firatê Qereqozaq pêşiya welatiyan digrin û direvînin. Her wiha çeteyan gelek welatiyên Kurd ku ji Cezair vedigeriyan malên xwe li bajarê Cerablus revandin. Her wiha 5 welatiyên din ku ji Başûrê Kurdistanê vedigeriyan ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Li gorî çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyan êrîşî dibistana seretayî Xesaniyê ya li taxa Kurdan ya bajarê Munbicê kirine û 5 keçên Kurd ji vir revandine û birin cihekî nediyar û heta niha rewşa wan nediyar e. Komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî gundê Balî ya dikeve 7 km rojavayê Munbicê kirin û bi dehan gundiyên Kurd revandine û malên wan talan kirine. Komên çete yên DAIŞ‘ê rêya di navbera Cerablusê û Kobanê girtine û rê nadin welatiyan ku di van rêyan de biçin û bên. Çeteyan gelek Kurd li ser van rêyan revandine û birine cihekî ne diyar.
ANHA/KOBANÊ