Salih Muslim: “Armanc tûnekirina gelê Kurd û bînpêkirina vîna gelê Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê ye. Her wiha dewleta Tirk bi wan êrişên xwe koalisyona navnetewî jî tehdit dike.”
Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Saljh Muslim got êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî encama civîna çar alî ya li Stenbolê ye û wiha peyivî:”Dewleta Tirk di civîna çar alî de ji bo ku daxwazên wê werin bicihanîn êrişê bi ser Rojava de dibe. Bi van êrişan tê xwestin ku qira Kurdan bînin. Dewleta Tirk bi van êrişan bi rengekî eşkere gefê li Koalîsyona Navnetewî jî dixwe.”
Siyasetvanê Kurd û Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM´ê Salih Muslim têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê û Girê Spî ji ANHA’yê re axivî.
Dewleta Tirk roja Kobanê ya cîhanê êriş kir
Salih Muslim bi bîr xist ku dewleta Tirk roja Kobanê ya cîhanê êriş bir ser Kobanê û Girê Spî û wiha axivî:”Berxwedana Kobanê dîrokê de bi xetên sitûr hat nivîsandin. Kobanê tevahî cîhanê re bû mînaka berxwedan û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ. Dewleta Tirk êrişên xwe bi taybet salvegera roja Kobanê ya cîhanê planên êrişên xwe kiriye. ev êriş li dijî serkeftin û sembolbûna bajarê Kobanê ye.”
Koalisyona navnetewî tehdit dike
Salih Muslîm îşaret bi roja êrişan û roja civîna çar dewletan kir û got:”Dewleta Tirk a dagirker bi armanca ferz kirina xwestekên xwe di lûtkeya çaralî de pêk bîne êrişî Rojava ye Kurdistan dike. Armanc tûnekirina gelê Kurd û bînpêkirina vîna gelê Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê ye. Her wiha dewleta Tirk bi wan êrişên xwe koalisyona navnetewî jî tehdit dike. Gef li ser koalisyon û dewletên navnetewî jî tê kirin. Ji ber wê jî êriş bi tenê li ser Rojava ne.”
Dixwaze emrê DAIŞ’ê dirêk bike
Salih Muslim destnîşan kir di demekê welê de ku çaresêriya pirsgireka Suriyê tê nîqaş kirin dewleta Tirk bi êrişên xwe pêyama dijberiya tinekirina DAIŞ daye û wiha pê de çû:”Êdî cîhan giştî dizanê ku dewleta Tirk a dagirker DAÎŞ’ê xwedî dike û eşkerê dibejin DAİŞ armancê me di Rojava de pêk tîne. Hebûna DAÎŞ hemû cîhan û mirovahî ye tehdît dike. Bi tinebûna DAÎŞ´ê re çaresêriya Sûriyê wê were guftugo kirin. Ne tesadûfê ku dewleta Tirk di demekê wiha de êriş dike. Sedema êrişan ew e ku temenên DAIŞ dirêj bike û pêşketinên sîstema Rojava ye Kurdistan û Bakurê Sûriyê bide sekinandin.”
Dixwaze Îdlibê bide jibîrkirin
Her wiha Salih Muslim got, yek ji armancên dewleta Tirk a ji wan êrişan ew e ku dixwaze rojeva Îdlibê bide jibîrkirin û wiha axivî:”Her wiha bi wan êrişan re jî çeteyên di Îdlibê de li Efrînê bi cîh dike. Bi tinebûna çeteyan çaresêriya siyasî wê ji Rojava ye Kurdistan û Bakurê Sûriyê re werê dayîn. Lê dewleta Tirk li dijî çaresêriyê tev digere. Ji bo wê hebûna çeteyên li Îdlibê, Efrînê, Derazor û hewl dide diparezê. Dewleta Tirk a dagirker ji ber tinebûna çeteyan dîsa nebe rojev dixwazê çavên cîhanê li ser Îdlibê rabike û mijara Îdlib sar bike.”
Ji bo hemû mirovahiyê bû
QSD‘ê ji ber êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê Pêngava Bagera Cizîrê bi awayekî demkî rawestandibû. Salih Muslim têkildarî sekinandina pêngava Bagera Cizîrê ev tişt gotin: “Şervanên YPJ/YPG li Derazorê ji bo hemû mirovahiyê şer dikin û dewleta Tirk a dagirker jî axa ku şervanan rizgar kiriye bomberbaran dike. Ev tişt bi tû awayî naye qabûl kirin. Pêwîste dewletên navnetewî li dijî wan êrişan xetên sor ava bikin û bêdeng nemînin.”
Herî dawî Salih Muslim got ew di têkoşîna xwe de bi israrin ku hemû deskeftiyên xwe biparêzin.
NAVENDA NÛÇEYAN