
Çeteyên DAIŞ şêva din 4 caran êrîşê eniyên hêzên pêşmergeyan yên li eniya Gwêr-Mexmûrê kirin. Balafirên şer ên hêzên hevpeymanê pêr baregehên çeteyên DAIŞ yên li derdora Mexmûr û Gwêr bombe baran kirin. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di vê bombebaranê de emîrek û zêdetirî 25 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin. Piştî vê êrîşê çeteyên DAIŞ’ê li eniya Gwêr û Mexmûr êrîşê gundên Telrim, Carulla û Sultan Abdula kirin. Li hemberî vê yekê hêzên pêşmergeyan bi tûndî bersiva çeteyan da û şer derket.
Berpirsyarê rêxistinên YNK’ê li Mexmûrê Reşad Gelalî derbarê şer û pevçûnên li derdora gundên Mexmûrê de RojNews re axivî û got: “Duh bi şev heya derengî şevê şer berdewam kir. Piştî çete şkestin, neçarman paşde biçin. Li gorî zanyariyan kuştina berpirsek mezin yê çeteyan bandorek mezin li ser çeteyan kiriye û I ber vê yekê bê bawer bûne.”
Gelalî got ku di encama şer û pevçûnên şevê din de 4 termên çeteyan ketine destê hêzên pêşmergeyan û 5 pêşmerge jî bi sivikî birîndarbûne.
Reşad Gelalî di derbarê beşdariya gerîlayan de jî wiha got: “Niha gerîlayên PKK’ê li vî sînorê tevlî şeran nabin. Sedema wê jî ewe ku gerîla na rûnin heya çeteyên DAIŞ’ê êrîşê bikin û bersiva wan bidin. Ji ber gerîlayên PKK’ê dixwazin şer bikin û bi xwe êrîşê wan biken, ne ku çete erîş bikin û ew bersiv bidin. Ji bo wê stratejiya wan ya şer li gel vê eniya Mexmûr nagunce.”
Berpirsê rêxistinên YNK’ê Reşad Gelalî di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Balafirên şer ên hevpyemanan baregehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin. Pêşmergeyan bi temamî kontrola wî şerî kirine û nehêlane DAIŞ ber bi pêş ve bê. Ji ber berdewamiya şer heya niha nayê zanîn çi ziyanek di şer de çêbûye.”
HANA AZAD/ROJNEWS/HEWLÊR