
Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî, der barê êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê û berxwedana Kobanê de nirxandinên girîng kirin. Karayilan diyar kir ku êrîşên li hemberî Kobanê ne bi tenê êrîşa DAIŞ’ê ye û destnîşan kir ku di nava vê planê de AKP û dewleta Tirk jî hene. Karayilan ragihand ku têkoşîna li dijî vê yekê wê were mezinkirin û anı ziman ku pêvajoya çareseriyê jî bi van hewldanên AKP’ê re bêwate bûye. Karayilan wiha got: “Bi berxwedana ev 8 roj in li Kobanê tê nîşandan re bi rastî jî li wir dîrokek tê nivîsandin. Li dijî êrîşên dijwar, gel û ciwanên Kurd li ber xwe didin. Ev berxwedan berxwedaneke gelekî mezin û bi rûmet e. Beriya her tiştî ez gelê Kobanê yê berxwedê û YPG’ê ji dil û can silav dikim. Li gel Kobanê li Pirsûsê jî gelê Kurd çend rojin, di nava berxwedaneke mezin de ye. Ew jî li dijî êrîşên AKP’ê têdikoş in. Silavên xwe ji gelê me yê li Pirsûsê li ber xwe dide re, dişînim. Berxwedana wan jî ji bo bilindkirina ruhê neteweyî, destekek ji dil û can e.
Projeya AKP û DAIŞ´ê ye
Ji aliyê giştî ve gelê me îro ketiye demeke nû. Di têkoşîna azadiyê de ev dem dema encamgirtin û serketinê ye. DAIŞ‘ê ji Helep, Reqa, Deyre Zor hêzên xwe kom kiriye, tankên ji dewleta Iraqê yê Emerîkî û tankê ji dewleta Sûriyeyê yên Rûs ên wergirtiye, bikar tîne. Ev şer şerê tankan, şerê teknîkê ye. Şerekî nû yê teknîkê ye. Ji axaftina wan jî diyar dibe ku piraniya wan ji welatên derve hatine. Her wiha ji Ewropa û DYA jî beşdariyek zêde li nav refên wan çê bûye. Hejmara kesên di nav wan de bi Îngilîzî diaxivin kêm nînin. Yanî weke rêxistineke çete ya navneteweyî hemû hêza xwe komî ser hev kiriye û bi ser Kobanê ve diçin. Ev êrîş di çarçoveya projeyekê de tên kirin û ev proje jî projeya hevpar a AKP û DAIŞ‘ê ye. Belê, hevkarên hev in û ev plan bi hev re çêkirine.”
Herêma tampon xetere ye
Derbarê pîlana Tirkiyê ya çêkirina herêmek tampon jî Karayilan wiha got: “Beriya her tiştî hewldanên Tirkiye û DAIŞ ji bo xistina Kobanê ye. Piştî vê wê Tirkiye pêşniyara herêma tampon pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bike û li nava Sûriyeyê herêmeke tampon ava bike. Ev ji aliyê DAIŞ ve jî hatiye pejirandin. Ev peymanek di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de hatiye morkirin e. Tirkiye ev 3 sal in li dijî kantonên Rojava şer dike. Berê jî Tirkiye gotina tampon xistibû rojevê, lê Neteweyên Yekbûyî red kiribû. Niha vê carê bi xistina Kobanê re dixwaze careke din vê ferz bike. Plan li ser vê esasê hatiye çêkirin û Tirkiye ji bo vê hewl daye. DAIŞ li Pirsûsê, li Bêrecûkê hat, hemû gundên Kobanê keşif kir û bi vî rengî plana xwe xist meriyetê. Yanî ev tiştekî hevbeş ê DAIŞ û dewleta Tirk e.
´Li gor me pêvajo qediya ye´
Karayilan destnîşan kir ku ji ber hewldanên hikûmeta AKP’ê pêvajoya bakur jî ketiye xeterek mezin û got: “AKP ji aliyê xwe ve şer îlan kir. Hewceya vê bi şîroveyeke nû heye. Ez bawerim rêveberiya tevgera me, serokatiya me wê vê rewşê şîrove bike. Lê weke saziya HPG’ê ji bo me êdî pêvajo bê wate bûye. Ji bo gelê me jî rewş bi heman rengî ye. Ez bawerim hemû saziyên Kurdistanî jî wê rewşê wiha binirxînin. Li ser Kobanê her rê digirin, lê ji bo DAIŞ‘ê rê vedikin. Gelê me yê dixwaze biçe alîkariyê, bi ser de diçe lê dixe. Şengaleke duyemîn hatiye jiyîn. Lê belê ew xeterî hînê bi temamî ji holê ranebûye. Ji ber ku niha li wir hêzên YPG’ê bi qedeme şer dikin û gel di nav lepên wan çeteyên hovane de nehiştin. Yanî li wir hêzên parastina gel gel diparêze. Bi qedeme paşvekişandin û gel derxistin heye. Li gorî me, ji qada şer gelderxistin ne şaş e.
´Axa xwe bernedin´
Derbarê mijara koçberiya gel de jî Karayilan ev bang kir: “Bang li tevahiya gelê Rojava dikim. Li dîroka xwe xwedî derkevin. Çûyîna mirovên îxtiyar li aliyê din ne şaş e, lê belê keç û xort vegerin. Pêwîst be wê mal bi mal têkoşîn bê dayîn. Ez bawerim wê berxwedana dîrokî li meydana Kobanê dewam bike. Berxwedana 8 rojan temînata berxwedana dema pêş e. Eger gelê me jî weke me got piştevaniyê bike, emê bi ser bikevin. Ev mumkun e. Eger ciwanên Kobanê rola xwe bilîzin wê bi ser bikevin. Banga min ji bo hemû ciwanên Kurdistanê bi taybetî ji ciwanên Kobanê û Bakurê Kurdistanê ewe ku beşdarî Kobanê bibin, berxwedana Kobanê xurtir bikin. Berxwedana heta niha ev hêviya me zêde kiriye. Bila kes ne li bendê be ku gelê Kurd wê li hemberî van hovîtiyan paşve gavan biavêje. Meşa azadiyê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve.”