Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bênavber de, hejmara koçberên li kampa Waşokanî gihîşt 7 hezar û 400’î û rêveberiya kampê eşkere kir tu rêxistinên navneteweyî li kampê naxebitin.

Rêvebera kampa Waşokanî Selwa Salih diyar kir ku hejmara koçberên bi zorê ji herêmên Serêkaniyê û gundên xwe koçber bûne, her tim zêde dibe. Alîkarî negihane kampa Waşokanî nebûne û xwest alîkariya kampê were kirin.

 

ANHA/HESEKÊ