Êrişên dewleta Tirk ên li ser şehîdgehan ji aliyê Koma Civakên Kurdistan (KCK), Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) û Wezareta şehîdan a hikûmeta Herêma Kurdistan ve hate şermezar kirin. Di daxuyaniyan mîna êrişa li dij nirxên gelê Kurd û mirovahiyê hate binav kirin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, der barê êrişên dewleta Tirk ên li hemberî şehîdgehên gerîla de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk ya herî dawiyê bike jî kir. Şehîdgehên gerîla hildiweşîne û bombe dike. Mizgeft û mala cem a li kêleka şehîdgehan tên hilweşandin. Ev yek bi tena serê xwe tê wateya îlana şer li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê. Di rewşeke ku gerîla û gel hurmetê nîşanî cenazeyên leşker û polîsan dide de, êrişa dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li hemberî şehîdgehan, zîhniyet û cibiliyeta hikûmeta AKP’ê radixe pêş çavan. êrişa li hemberî cenaze û goristanan, asta herî bilind a şovenîzm û faşîzmê ye.“


Berpirs Tayyip Erdogan e

Hevserokatiya KCK’ê ragihand ku bepirsê êrîşên li dij nirxên gelê Kurd Tayyip Erdogan e û wiha hate berdewam kirin: „Ev êriş ji sedî sed ji bin serê Tayyip Erdogan derdikevin. Nebûna serok, dijminatiya Erdogan a li Kurdan ewqasî zêde kiriye, ku îlankirina şer, li her cihî êrişên li hemberî Kurdan û şewitandina avahiyên HDP’ê, dilê bi hêrs ê Tayyip Erdogan sar nekiriye. Ji ber vê yekê ferman daye ku êriş li hemberî şehîdgehan bê kirin. 

Êrişa li hemberî şehîdgehan, tevgereke rakirina kokê ye. Di 12’ê Îlona 1980’î de jî ji bo rakirina kokê darbeya leşkerî hatibû kirin.  DAIŞ jî, ji bo şopa dîrok û hemû berhemên çandî yên li nêrîna wan nayê rabike, ne tenê dêr, mizgeft û tirbên civaka Misilman jê bawer dikin û wan ziyaret dikin, bombe kiriye. Bombe xistin binê Mizgefta Nebî Pêxember a li Mûsilê ku ji bo Misilmanên li Iraqê gelekî girîng e û ew hilweşandin. DAIŞ vê yekê ji bo rakirina koka hemû çandên li derveyî zîhniyeta xwe dike. Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP’ê jî li dijî gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê dest bi tevgera rakirina kokê kirine. Biryar dane ku li Kurdistanê bi ser her kesên azadiyê tîne bîra mirovan ve biçin. Her wiha wê hewl bidin daxwaza azadiyê ya di mejiyan de bê derxistin. Êrişa li dijî şehîdgehan, êrişa li hemberî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê, vê karaktera xwe radixe pêş çavan. Bi hilweşandina şehîdgehan re tê xwestin ku hemû şopên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji holê were rakirin. Bi vê yekê re tê xwestin ku şopên wê jî di hişê mirovan de neyê hiştin. Ev zîhniyet, hikûmeta AKP’ê ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî xetere kiriye. Li cihekî ev zîhniyet lê hebe, nepêkane îstiqrar û aştî were afirandin.“


Tê weteya kûrkirina şer

Sedema lidarxistina êrişan jî mîna israra domkiran şer û dijwariyê hate binav kirin û daxuyaniya KCK wiha berdewam kir: „Divê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, bi êrişa li hemberî şehîdgehan re bibînin ku Tirkiyeyeke çawa tê xwestin. êrişa li hemberî şehîdgehan tê wateya berfirehkirin û kûrkirina şer. Bi vî şerî re ne tenê koka Tevgera Azadiyê tê xwestin ku koka hemû hêzên demokrasiyê û mirovên xwedî wijdan bê rakirin. Eger mirovên xwedî wijdan û baweriyê, li hemberî êrişên li dijî goristanan dernekevin û li hemberî vê zîhniyetê tênekoşin, Tirkiye wê bikeve nava demeke hîn bêhtir tarî.“


Banga xwedîderketinê

KCK’ê di daxuyaniya xwe de banga xwedîderketina şehîdgehan û nirxên pîroz li gelê Kurd kir: „Pêwîste gelê Kurd, êrişa li dijî şehîdgehan weke êrişa li dijî hebûna gelê Kurd û êrişa li hemberî hem nirxên nîşaneya vê hebûnê bibîne. Lewma xwedîderketina li şehîdgehan xwedîderketina li hebûna neteweyî, jiyana azad û demokratîk e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li her cihî xwedî li şehîdgehan derkeve. Girîng e êrişa li dijî şehîdgehan protesto bike û pêşî li êrişên ji niha û pê ve bigire.

Em dewleta Tirk hişyar dikin; di navbera hêzên siyasî yên cuda de dibe ku şer biqewime, dibe ku dijminatî jî derkeve holê. Lê belê çand û nirxên ji aliyê dîroka mirovahiyê ve hatine afirandin hene. Ji van nirxan ya sereke jî hurmeta ji bo miriyan û goristanan e. Ev yek çanda hevpar a mirovahiyê ye. Binpêkirina van nirxan ji aliyê dewleta Tirk ve û zêdegaviya di vî warî de, wê şer û pevçûnan ji bin kontrolê derxîne. Lewma em bang li gelên xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku xwedî li şehîdgehên xwe û xwerêveberiyên xwe dikin. Heta ku li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna azadî û demokrasiyê neyê bi pêşvebirin, nepêkane ku polîtÎka û zîhniyeta li dijî serdem û mirovahiyê yên di şexsê hikûmeta AKP’ê de şênber bûne, bên sekinandin.Pêwîste gelê Kurd li her cihî xebatên xwe yên xwerêveberî û xweseriya demokratîk bi pêş ve bibe, xurt bike û li hemberî êrişan bi parastina xwerêveberiyên xwe re demokrasiya herêmî biafirîne.”


Sedema îsyanê ye!

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê da û ji bo 1’ê Mijdarê banga piştevaniyê kir.Di daxuyaniyê de hat ragihand, ku faşîzma AKP’ê timî êrişî gelên li Kurdistanê dike û destnîşan kir ku Kurdên Elewî-Sersor bi taybetî hedef tên girtin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, ku zîhniyeta li Kerbela, Dêrsim û Şengalê komkujî kir îro careke din êrişî Kurdan û Elewiyan dike û êrişa li hemberî şehîdgeha li Gimgimê şiband rêbazên Mûssolînî û Hîtler. FEDA’yê diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan, bi qasî ku êrişî pîrozmendiya bike rêbazên barbarî xistiye dewrê, qirkirina çandî dike û got, „AKP û Erdogan berpirsyarên sereke yên komkujiyên dawî yên li Kurdistanê ne.“

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: „Weke civata baweriya ji Elewî-Sersor em dibêjin ku dem ew dem e em bi hev re tevbigerin. Li dijî zilma AKP û Qesrê em bang dikin ku bi ruhê Kobanê, Şengal, Gimgim û Cizîrê berxwedan were nîşandan.

Roj ew roj e ku bi gelê Kurd re têkoşîneke hevpar were meşandin. Rojên hilweşîna qelehên zilmê yek bi yek, nêz in. Di 1’ê Mijdarê de em dikarin faşîzmê bisekinînin.“


Wezareta Şehîdan şermezar kir 

Wezareta şehîdan a hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku êrişa li dijî goristanên li bakûrê Kurdistanê nîşana bê deshilatiyê ye û got: “Em wê helwestê şermezar dikin.” Derbarê êrişa li dijî goristanên gerîlayan, berdevkê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê Fûad Osman  got: “Hem malbatên şehîdan û hem jî rêbaza ku şehîdan canê xwe li ser şopa wê feda kirine, li hemberî wê yekê nerazîne ku her bêrêziyek li hemberî goristanên şehîdan bê kirin. Di heman demê de em bi bawerin ku gelê Kurdistan û malbatên şehîdan wê van kiryaran şermezar bikin. Em jî bi heman awayî van kiryaran şermezar dikin.”    


 NAVENDA NÛÇEYAN