Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî di civîneke çapemeniyê de rewşa dawî ya siyasî û leşkerî ya tevahî Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê nirxand. Civîn li navenda Hevserokatiya Kantona Cizîrê ya li bajarokê Rimêlanê bi amadebûna nûnerên dezgehên çapemeniyê pêk hat. Şêx Himêdî Deham El-Hadî di destpêka axaftina xwe de geşedanên dawî yên siyasî û leşkerî li seranserê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê nirxandin û diyar kir ku pêwîst e li hemberî êrîşên hêzên tarî ku dijminahiya Şoreşa Rojava dikin, hemû pêkhate hevgirtina xwe xurt bikin.
Têkiliya me kevnar e´
Şêx Himêdî Deham El-Hadî bang li hemû pêkhate, êl û qebîleyên Sûriyeyê kir ku destên xwe bidin hev û ji bo berxwedana li dijî êrîşên hêzên tarî ku hewl didin vîna azad a gelên herêmê û jiyana hevbeş têk bibin û têkliyên xwe yên dîrokî xurt bikin.
Derbarê têkliyên gelê Kurd û bi pêkhateyên din ên Sûriyeyê de Şêx Himêdî Deham El-Hadî axaftina xwe wiha domand: “Têkliya me bi gelê Kurd re ji kevnahiya dîrokê ve ye. Têkliya me ne ji bo berjewendiyekê yan armancekê ye. Lê belê ji bo parastina rûmeta gel û destkeftiyên wê ye.”
´Ji hêzên herêmê herî zêde Kurd li ber xwe didin´
Derbarê têkoşîna gelê Kurd ji bo pêkanîna aramiya herêmê Şêx Himêdî Deham El-Hadî ev tişt di axaftina xwe de îfade kirin: “Gelê Kurd têkoşiya û ji hêzên herêmê herî zêde niha Kurd li dijî aliyên ku hewl didin tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxin, li ber xwe didin. Em jî li rex wan, parastina rûmeta gel dikin. Armanca me ew e ku gel ji koletiyê rizgar bikin. Aramiya herêmê berjewendiya hemû aliyan e û di ser her tiştî re ye.”
´Êrîş li dijî hemû gelên herêmê ye´
El-Hadî destnîşan kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd êrîşên li dijî hemû pêkhateyên herêmê ne û da zanîn ku ew ê li rex gelê Kurd li ber xwe bidin. El-Hadî got, avakirina Sûriyeke hevgirtî û demokratîk çareseriya herî guncaw e û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Şerê çekdarî ne di berjewendiyên tu kesî de ye û berdêla wê tenê gel dide. Ji bo daxwazên gel pêk werin, avakirina Sûriyeke hevgirtî û demokratîk ku têde mafên hemû pêkhateyan werin parastin, çareseriya herî guncaw e û ev yek bi diyalogê çareser dibe.”
Civîna çapemeniyê bi bersivandina pirsên rojnamevanan bi dawî bû.