Meclisa Leşkerî ya YPG’ê ya herêma Efrînê der barê pevçûnên 3 rojên dawî de li herêma Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dabûn de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê di 22’ê îlonê de li dijî herêma Cindirêsê dest pê kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê û xwedî derketina gelê herêmê komên çete derbeyên giran xwarin û di encamê de têk çûn.

YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê di çarçoveya êrîşên têkbirina Artêşa Azad de êrîşî gundê Qestel Cindo kirin û di encama berxwedana şeranên YPG/YPJ’ê de komên çete têk çûn û ev tişt hat gotin: “Hêzên me di rojên Cejna Qubanê de agirbest îlan kirin. Tevî agirbestê komên çete di roja yekem a cejnê de êrîşî gundê Yazî Baxê kirin û di encama berxwedana hêzên me de komên çete têk çûn û paşve vekişiyan. Hêzên me ber bi gundê Meerînê ve pêş de çû û komên çete gelek windayî dan û hin maşînên wan ên leşkerî hatin destserkirin û gelek cenazeyên wan ketin destê şervanên me.”

Piştgiriya Erebîstanê

YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de bibîrxistin ku şervanên YPG/YPJ’ê li Dêrikê, Serêkaniyê, Kobanê û Helebê li dijî çeteyan berxwedaneke bê hempa nîşan dan û ev tişt hat gotin: “Komên çete bi rêveberiya Erebîstana Siûdî û di serî de serokê Îstixbarata Siûdiyê Bender Bin Siltan, her wiha îstixbarata Tirkiyeyê jî da ku rê li ber planên xwe yên li dijî Rojava vebikin civîn li paytexta Siûdiyê Riyadê lidarxistin. Di civînê de biryar hat dayîn ku komikên ji Artêşa Azad mane komî serhev bikin û di bin sîwaneke Îslamî de bi DAIŞ‘ê re bikin yek. Ji bo ku plana wan bi ser keve, kesê bi navê Zehran Elûş erkdarkirin û piştî civînê berê xwe da herêma Ezaz a Helebê. Elûş bi rayedarên Tugaya El-Tewhîd û îstxbaratên Tirkiyeyê re civîn lidarxist. Di vê civînê de Tirkiye piştgiriya leşkerî û lojistîkî ji bo komên çete yên êrîşî herêma Efrîn bikin girt ser xwe.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di roja yekem a êrîşan de gundê Cilbirê ji aliyê gundiyan ve hat parastin û wiha hat gotin: “Ji ber ku komên çete çekên giran bi kar anîn ketin gund. Çeteyên DAIŞ‘ê di gund de 4 welatî qetilkirin û bi awayeke hovane malên gundiyan talan kirin.”

Bi dehan kuştî dan

Di daxuyaniyê de pilançoya serê 3 rojan jî hat aşkerakirin û wiha hat gotin: “Di 27’ê cotmehê de 21, di 28’ê cotmehê de li Qestel Cindo 7, li Bênê, Cilbirê, Basilê û Aqîbê jî 3 û li Meereskê jî 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha doçkak û topek 57 hatin ruxandin. Di 29’ê cotmehê de li Cilberê 17 û di pevçûnên êvarê yên çalakiya rizgarikirna Cilbirê jî 27 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi giştî hejmara kuştiyên çeteyan di nava 3 rojan de derkete 86’an.

EFRÎN