Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh giraniya êrişên xwe dan ser gundên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê, navçeya Şera ya Efrînê û Til Temirê. Dagirkeran deverên navborî bombe dike.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tank û topan bombe li gundên Til Mihemed û Eynil Hawa yên Zirganê û gundê Êrişa yê Til Temirê barandin.
Dagirkeran gundên Malikiye û Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrînê û keleha Şewarxa jî barandin ku ev dever ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin.
8 erebeyên artêşa Tirk hatin rûxandin
Di roja 24´an de jî berxwedana Rûmetê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çeteyên wê dewa kir. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê bi çekên giran hemûyan êrişî navçeya Zirganê kir, QSD`ê bersiv da û 8 wesayîtên artêşa Tirk û çeteyên wê rûxandin. Her wiha bi dehan çete hem birîndar bûn û hem jî hatin kuştin. Di heman demê de di encama topbarana li gundê Til Werdê de 3 sivîl şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.
Dîlgirtiyên artêşa rejîmê hatin berdan
Di çarçoveya hevpeymana rûsî-tirkî ku li Sohci hatiye lidarxistin de, duh dewriya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rûsyayê ji balafirgeha Qamişlo ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çû û li dergeha sînorê ya Dirbêsiyê ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de da ku koordîneya dewriya rûsî-tirkî bi artêşa Tirk re pêk bê, civiya.
Di heman çarçoveyê piştî civîna li dergehê pêk hatiye de, duh artêşa Tirk 18 dîlgirtiyên ên ji artêşa rejîma Sûriyê ku di nav wan de polîsên birîndar ên Rûsyayê hebûn jî radest kirin.
Artêşa Tirk 12 gund radestî Rûsyayê kirin
Artêşa Tirk a dagirker duh 12 gundên li derdora rêya M4 ên ku di navbera bajarê Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê de radestî hêzên Rûsyayê kirin.
Di wê kêliyê de karwaneke Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê ji navçeya Eyn Îsayê ber bi navçeya Sirînê ya li başûrê kantona Kobanê ve çû.