
Çalakiyên navendî û yên mayî hemûyan hêrsa gelê Kurd baş dide nîşan: li Kolnê, li Londonê, li Parîsê ya diyarew bû, dewleta Tirk wê bi gelê Kurd nikaribe.
Li Zurichê 10 hezar kes meşiyan
Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, bi hezaran Kurdistanî, nûnerên partiyên siyasî yên Swîsreyî û hêzên çep-sosyalîst meş û mîtîng hatin lidarxistin. 10 hezar kesên tevlî çalakiyê bûn, bi gotina dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Faşîst AKP" meşiyan. Di dema çalakiyê de ji bo demeke kurt di navbera faşîstên Tirk û ciwanên Kurd de alozî derket. Piştî meşê mîtîng hate lidarxistin û çalakgeran ji Yekîtiya Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî xwest, li dijî faşîzma Erdogan zextê li Tirkiyeyê bikin.
Çalakiya hevpar a hêzên demokratîk
Girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 7 parlamenterên HDP'ê, li bajarê Holadayê Den Haagê bi mîtîngeke girseyî hate protestokirin. Mîtîng li pêşiya Şaredariya bajêr pêk hat û tevî nûnerên gelek sazî û partiyên siyasî, 2 hezar kes tevlî bûn. Mîtîng ji aliyê DEM-NED, HTÎB, HAKDER, VEKSAV, HTÎF, SYKP, HDK-Hollanda û Tevgera Jinên Kurd li Holandayê ve hat organîzekirin. Qisekeran xwest parlamenter û hevşaredarên bi vîna gel hatine hilbijartin, derhal bên berdan.
Di nava balefirgehê de çalakî
Ciwanên Kurd ji bo xwedî li HDP'ê derkevin, pêr li bajarê Îtalyayê Pisayê ketin hundirê balafirgeha Pîsayê û çalakiyek li dar xistin. Bi qasî 30 ciwanên Kurd li vê derê dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan" gotin. Piştre li ser armanca çalakiya xwe agahî dan.
Gelê Kurd tenê nehêlin
Li bajarê Awusturyayê Grazê, pêr li Grîesplatzê meşek hat li dar xisti û meş li Schlossbergplatzê bi dawî bû. Li vê derê daxuyanî hat dayîn û daxwaza berdana parlamenterên HDP'ê hat kirin. Her wiha ji raya giştî ya navneteweyî û dewletên Ewrûpayê jî hat xwestin, ku piştgiriyê bidin gelê Kurd û ji bo berdana parlamenteran gavên dîplomatîk bavêjin. Gelek partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Awusturyayî jî, Partiya Komunîst, Partiya Keskan, Ciwanên Sosyalîst û Funke jî piştgirî dan çalakiyê.
Li bajarekî din ê Awusturyayê Salzbûrgê, bi heman armancê mîtîngek li ber Gara Trenê ya Navendî bi beşdariya 200 kesî hate lidarxistin. Çalakgeran êrîşên li dijî HDP'ê bi tundî şermezar kir û xwest siyasetvan derhal bên berdan.
Li Torontoyê meydana çalakiyê balefirgeh bû
Kurdên li bajarê Kanadayê Torontoyê, ketin hundirê Balafirgeha Navneteweyî ya Toronto û operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk û hikûmeta AKP´ê li dijî HDP'ê, şermezar kirin. Çalakî bi beşdariya bi sedan Kurdan pêk hat. Di çalakiya rûniştinê de Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd li Toronto Gurkan Ormangoren axivî û got, tevî karên dîplomatîk ew ê çalakiyên xwe yên girseyî jî bidomînin.
Bêdeng nemînin
Li paytexta Ingilistanê Londonê, çalakiyek bi şiyara "Destê xwe ji HDP'ê vekişîne" hate lidarxistin. Bi hezaran kesên tevlî çalakiyê bûn, nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP'ê dan. Bi hezaran Kurdistanî û Tirkiyeyî tevî sendîkavan û aktîvîstên Ingilîz Şemiyê êvarê li ber avahiya televîzyona BBC a li Oxford Cîrcûsê civiyan. Çalakgeran da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê di mijara binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina hiqûqê de gihîştiye asta herî bilind û gotin, bi operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê re kêm maye li welêt şerê navxweyî derkeve. Piştî axaftinan girse meşiya meydana Trafalgarê û li vir mîtîngek li dar xist. Li ser navê sendîkaya RMT, sendîkaya NUT, Stop The War Coalition, Partiya Sosyalîst, Meclîsa Gelê Kurd li Brîtanya, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk axaftin hatin kirin. Qisekeran bang li hikûmeta Brîtanyayê kirin, ku li pêşberî vê neheqiyê û qirkirina siyasî bêdeng nemîne.
Li Kolnê 20 hezar kes meşiyan
Kurdistanî û dostên wan ên li Kolnê jî li dijî êrîşên qirikirina siyasî ya li dijî HDP’ê meşiyan. Di meşê de qederê 20 hezar kesî beşdar bûn û her kesî li dijî AKP’ê banga berxwedanê kir.
Di nav de NAV-DEM, AABF, HDH û ABDEM jî, meş ji aliyê Hevparên Platforma Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Elmenyayê ve bi şiyara “Em gelê xwe radestî faşîzma AKP-MHP’ê nekin” hate lidarxistin. Meşê li Elbertplatz dest pê kir û
li meydana Heumarktê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç got, "Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, rewşa me ya vê derê temsîl dike. HDP dengê hemû gelan e. Erdogan ê ku serkeftinên Kurdan hezim nekirin, Kurdan dike hedef. Ev êrîş me bi hêz dike."
NAVENDA NÛÇEYAN