
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê encamên berxwedana şervanên YPG’ê li herêmên Kobanê û Cizîrê yên awî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 17 çete li Kobanê hatine kuştin û çeteyekî din jî li Cizîrê hatiye kuştin û tirimpêl û motoskilêteke çeteyan hatine rûxandin.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de derbarê berxwedana kantona Kobanê de wiha hate gotin: “Berxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ’ê tên meşandin ket roja 221’emîn.
Çeteyên DAIŞ’ê yênşemê di seatên sibê de li hember gund û pira Qereqozax êrîşek lidarxistin. Êrîşa çeteyan rastî bersiva şervanên me hat û piştî şerên dijwar êrîşa çeteyan hatin şikandin û hêzên me piştî şikandinê êrîşê li qadê çalakiyek lidarxistin. Ev çalakî di seatên êvarê de bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Di encama çalakî û pevçunên li qadê de qasî hat zelalkirin 17 çete hatin kuştin û 5 termên çeteyan ketin destên şervanan.
Roja Înê danê sibê jî derdore seat 06.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li herêma Girê Sor û gundê Til Ebrê yên başûrrojavayê Kobanê êrîşek lidarxistin. Pevçunên piştî vê êrîşê destpêkir bi hemû dijwariya xwe berdewam dike."
Li Cizîrê çalakiya YPG'ê
Di berdewama daxuyaniyê de derbarê berxwedana hêzên YPG’ê û YPJ’ê li herêma Cizîrê jî ev agahî hatin dayîn: “Pevçunên di navbera hêzên me û komên çeteyan de ya ku li ser sînorên rojavayê Kantona Cizîrê tên jiyîn berdewam dikin.
Hêzên me li başûrê Til Temir li hember 4 noqteyên cûda yên çeteyan çalakî li dar xistin. Çalakiyên li gundê Qebr Şamiya ya ku dikeve navbera Til Temir û pira Xerîta motoskilêteke çeteyan hat rûxandin û tirimpêleke leşkerî ya çeteyan hat derbkirin.
Hêzên me li gundê Refret, bînakî komeke çeteyan a sekvan xwe te de cih kiribû, kirin hedef. Di vê çalakiyê de jî ev bîna ku hat hedef girtin tevî çeteyên di nav de hat rûxandin. Hêzên me li mefreqa Sedîq jî çalakiyek li dijî çeperên çeteyan li dar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên hersê çalakiyan nehat zelalkirin.
Di çalakiya dawî ya ku li gundê Til Nicma hat lidarxistin de jî qasî hat zelalkirin hêzên me çetekî kuştine.”
KOBANÊ
Li Şengalê dijî çeteyan çalakî
Fermandariya HPG’ê ya Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyek da û da zanîn ku li Şengalê çalakiyên li dijî DAIŞ’ê didomin.
HPG-YBŞ’ê wiha got: “Di 23’ê Nîsanê de saet di 22.00’an de li dijî çeteyên ku li taxa Sîttî Zeynep bûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakî pêk hat û di çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Di 24’ê Nîsanê de saet di 08.30’an de li nêzî girê Şehîd Erdal li dijî çeteyan hêzên me çalakiyek pêk anî û di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û yek birîndar bûn. Dîsa li xeta Bare û Şîlo ya Şengalê tevgera çeteyên DAIŞ’ê hatiye jiyîn.”
ŞENGAL