Fermandariya YBŞ'ê da xuyakirin, ku di şerê ji ber êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Medîbanê de 6 çete hatine kuştin û di navê de 2 Hammer jî gelek alavên leşkerî yên çeteyan hatine desteserkirin.

Fermandariya YBŞ'ê li ser şerê dawî yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê ragihand, êvara 31'ê Adarê çeteyên DAIŞ'ê xwestin ji sê baskan, êrîşî gundê Medîbanê bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me di cih de bersiv dan vê êrîşê. Di encama şerê saetekê de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatin xistin. Ev êrîş bi temamî hat şikandin. Di şer de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her wiha 3 çeteyên DAIŞ'ê birîndar bûn. Didu ji van emîrên DAIŞ'ê ne."

YBŞ'ê da zanîn, di encama vî şerî de 2 maşînên zirxî yên Hammer hatine desteserkirin û maşîneke bombebarkirî hatiye rûxandin. Wekî din di navê de doçkayeke 12,5 mm jî gelek çek û cebilxaney ket destê YBŞ'ê.


53 Êzidiyên din hatin rizgarkirin

Li aliyê din 53 Êzidiyên din ji nava lepên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û gihiştin malbatên xwe. Piştî rizgarkirina 55 Êzidiyan, di çarçoveya operasyonan de 53 jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin. 12 jin, 41 zarokên ji 12 malbatan, doh êvarê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û gihiştin çiyayê Şengalê. Şengaliyên rizgarkirî li Şengalê bi karwanekî mezin ê maşînan hat pêşwazîkirin û li biryargeha YBŞ'ê xwe gihandin malbatên xwe.


Dildarê biratiya gelan Rojhat Alî

YBŞ'ê di dixwuyaniya xwe de wekî din nasnameya şervanekî xwe ku beriya niha di dema rizgarkirina gundê Medîbanê de birîndarbûyî, 29 Adarê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. YBŞ da zanîn şervanê wan Rojhat Alî şervanekî wan ê bi eslê xwe Tirk bû û ew wekî dildarê biratiya gelan pênase kir. Rojhat Alî bi navê xwe yê medenî Ozgun Dayan 7´ê Îolna 1994´an li Stenbolê ji dayik bûye, navê dayika wî Zelîha û ê bavê wî Alî ye. 


 ŞENGAL






Li Baqirtê û Mexmûrê 12 şehîd


Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Mexmûr û gundê Qeraçê de herî kêm 10 pêşmerge û 2 sivîl şehîd bûn.

Li navçeya Hewlêrê Mexmûrê li nêzî navenda polîsan, navenda YNK´ê û avahiya qaymeqamtiyê, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve 31´ê Adarê bi şev êrîşeke xwekujî  pêk hat. Herwiha hat ragihandin ku li gundê Qeraç ya bajarokê Baqirtê jî li hemberî baregeha pêşmergeyan êrîş pêk hat. Di êrîşên di heman saetan de 10 pêşmerge û erkdarên ewlehiyê û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên bi dest ketine li êrîşa xwekujî ya li Mexmûrê li nêzî navenda polîsan, navenda YNK'ê û avahiya qaymeqamtiyê de 4 pêşmerge û erkdarên ewlehiyê û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.  

Piştî teqînên li Mexmûrê rûdayî li gundê Qereçê yê bajarokê Baqirtê jî li hemberî cihê baregeha pêşmergeya lê ye bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di êrişê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û çend kes jî birîndar bûn. 


 MEXMÛR