
DÎCLE MUFTUOGLU / MA / AMED
Nivîskar Namik Kemal Dînç, çîrokên der barê şengalê de di pirtûka “Ger di bin siya baskan de Şengal bê ziman (Kanatların Gölgesinde Şengal Dile Gelirse)” de çap kir. Dînç di pirtûkê de diyar kir ku armanca êrîşên 3’ê Tebaxa 2014’an a li dijî Şengalê, tinekirina baweriya Êzîdîyan bû.
Dînç, pêşî çîrok û serpehatiyên Êzîdîyan kom kirin, û paşê jî di pirtûka “Ger di bin siya baskan de Şengal bê ziman” de ji weşana Vakfa ZAN da çapkirin. Dînç di pirtûkê de diyar kir ku armanca êrîşên 3’ê Tebaxa 2014’an a li dijî Şengalê, tinekirina baweriya Êzîdîyan bû. Dînç, diyar kir ku dema komkujî pêk hat, wan hêj nû li Amedê xebatên der barê komkujiya Ermeniyan a 1915’an de xelas kiribû û dest bi xebata “Ax sed sal” kiribû û got: “Li aliyekî min li ser komkujiya ku beriya bi 100 salan pêk hatibû, lêkolîn dikir, li aliyê din komkujiyeke din pêk hat û em bûm şahidê vê komkujiyê. Wê demê ev komkujiya nû bêhtir bandor li ser mirovan dike. Wijdanê mirovan bêzar dike. Ji ber vê yekê min dest bi lêkolîna dîroka devkî kir û min got, ´Divê fermana 73’an têkeve bin qeydan da ku neyê ji bîr kirin.´ û min dest bi vê lêkolînê kir. “
Êrişeke pirralî
Dînç, da zanîn ku dema lêkolînê, wî dîtiye ku ev ne êrişek yekalî ye û pirr aliyên wê hene û wiha peyivî: “Li aliyekî gelek ji axa xwe tê qutkirin. Hem ji çand û hem jî ji baweriyê tê qutkirin. Ji ber ku Êzîdî baweriya xwezayê ye. Di meha Tebaxê de roj û heyva li Şengalê li welatên Ewrûpayê û Emerîkayê nayê dîtin. Ji ber vê yekê baweriya wan li gorî tevgera xwezayê ye. Dema ji axa xwe koçber dibin baweriya wan jî birîndar dibe.”
Dînç, destnîşan kir ku divê Êzîdî karibin xwe bi xwe bi rêve bibin û pergala xweser bê avakirin û statuya wan bê naskirin. Dînç, xwest karibin xwe bi xwe biparêzin û pergala parastina xweser bê avakirin.