Li Stenbolê li ber stada Beşiktaş Vodafoneê li dijî hêzên polîs êrîşek pêk hat. Êrîşa piştî saet 22:30´î kir ku bi dehan polîsên Tirk werin kuûtin û bêhtirî sedî jî birîndar bibin. Herçî daxuyaniya fermî ye, wezîrê karen hundir ê Tirk Suleyman Soylu got, 30 jê polîs, 7 sivîl û kesek hêj nasnameya wî nediyar, bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest daye. Soylu her wiha got, 14 jê di komayê de bi giştî 155 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin. 

Li aliyê din doh danê êvarê Teyrên Bazê Kurdistanê (TAK) bi daxuyaniyekê, berpirsizariya çalakiyê xist stûyê xwe. Li gorî daxuyaniyê, çalakî ji aliyê du endamên Tîma Tolhildanê a Tîrêj ve hatiye lidarxistin. TAK´ê da zanîn ku çalakî fedaî bûn û nasnameyên çalakgeran wê paşê werin eşkerekirin.

TAK´ê da zanîn ku di çalakiyê de bêhtirî 100 polîsî hatine kuştin û bi vê jî daxuyaniya fermî ya dewleta Tirk a derbarê êrîşê de derew derxist.

Bila gelê Kurd rehet be, em ê di vî şerê erjeng de bi ser kevin 

TAK´ê got, ew ne li dijî gelê Tirk e, êrîş “bi awayekî bi îhtîmam” hatiye amadekirin û wiha dewam kir: “Lê belê hetan ku êsîriya Serok Apo dewam bike, faşîzma Tirk-AKP´ê her roj li Kurdistanê êşkenceyê li dayikan bike, bi cenazeyên keçên ciwan bilîze, zarokan bikuje, nabe ku mirov li bendê bin li Tirkiyeyê jiyaneke rehet dewam bike. Divê gelên Tirkiyeyê ji vê faşîzmê re êdî bibêjin, bes e! Lewma bi tenê faşîzma AKP´ê ji vê kaosê berpirsiyar e.

Faşîzm yan wê bi xwe dawiya xwe bîne, yan jî em ê wê di xwîna wê rijandî de bixeniqînin. … Bila gelê Kurd rehet be, em ê di vî şerê erjeng de bi ser kevin!”


 NAVENDA NÛÇEYAN