Polîsên dewleta Tirk doh danê sibehê li Amedê avêt ser gelek malan û 55 siyasetvan binçav kirin. Di nava wan de Hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr jî hene. Li navçeya Şirnexê Silopiyayê jî 4 kes hatin girtin.
Polîsên Tirk li navenda Amedê û navçeyê wê, danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di encama van serdegirtinan de 55 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên binçavkirê de Hevseroka DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek, Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Gulşen Ozer û Cebbar Leygara, Hevserokê HDP’ê yê Peyasê Abbas Ercan, rêveberên DBP û HDP’ê jî hene.

Li Silopiya 4 kes hatin girtin

Li navçeya Şirnexê Silopiyayê jî ji 9 welatiyên 6’ê Cotmehê binçavkirî 4 kes hatin girtin. Li taxa Kizir (Cumhuriyet) ya Silopiya 6’ê cotmehê 9 welatî hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê şevê din her 9 welatî derketin pêşberî dadgehê. Dadgeha Silhê ya Silopiya bi hinceta, “hin kesan li ser wan îfade daye û endamên rêxistinê ne” biryara girtina Îbrahîm Og, Halît Ogel, Yaşar Orûç û Serhat Karakûş da. Her 4 kes birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

AMED / ŞIRNEX